HINA REŞ
Helbest: Suphîye Bulut
HINA REŞ
Bûka me li ser hespa boz siwar bû
Bi xemla sor û zêr bi çavên ronî
Di şevên bi stêrk di rêwîtiya evînê
Ber bi dilê gel ve diçû bi hêviyê tije
Lê ji dûr ve îxaneteke sar û tarî
Wekî şevên bê tav wekî zivistanên bê agir
Tîrek jehrî hat di nav şevê de winda bû
Li pişta bûka me ket di dilê wê yê pak re derbas bû
De ka bînin teşta hina reş bînin bi lez û bez
Bila şev bi xwe re bîne ronahiya rastiyê
Îxanetkar û xwefiroş û yên dilê gel şikandin
Destên xwe yên sûçdar di nav hina reş de dakin
Bila hina reş bibe mora îxanetê her û her
Li ser tilî û dilên wan ên reş bimîne
Wekî nîşana şermê li ser rûyê dîrokê
Her carê bê dîtin her carê bê bihîstin
Ev bûka me ya pak ev evîna me ya pîroz
Ji axa welatê xwe ji çavkaniya çandê
Bila dilê gel yek be ku birîndar nebe carek din
Wê roja hesabê were wê ronahî derkeve
Bila ev hina reş bibe ders ji nifşên nû re
Ku destê xwe nedin îxanetê nedin firotinê
Hina sor bila tenê li destên bûka me be
Û hina reş li destên îxanetkaran bimîne

Wêne Fewzî Bilge
Xelat
