Dilê min ser te ye bizan, gulîzer
Çav qerimî ji rêya te, ey dilber
Dil westiya ji evîna te, esmer
Bes cergê min bide, ber tîr û teber.
Delala rengesmer û dêmên qemer
Çend sal in li benda te me, gulîzer
Reş perdê hilîn, ser enîya kever
Carek werim, tewafa rûyê beşer.
Axîn û nalîn ji derdê te dilber
Dil birîn, lê hezarin dax û keyber
Gulîzera, keybanû ya xweş bender
Heyf mixabin, destê çapal herin ser.
Nazenîna, şox û şeng û çeleng e
Dilê min daye ber tîr û xedeng e
Gulîzera ebrû bi nav û deng e
Bes e nazî, wext nema, bû dereng e.
Carek tenê, min bidîta bi xwezî
Destê xwe min bavêta, bisk û kezî
Gulîzera narin û rû gevez î
Her şev li nav dilê min de dirazî.
Gulîzera gerden bist û heft gazê
Bejna zirav, wek kulîlka sûryazê
Deng xweşê, çar ziman û bi awazê
Pêşwazî kim, bi ney û nay û sazê.
Nêrgiza baxê îrem, li Botanê,
Şîn dibe Sîpan û ber Gola Wanê
Gulîzera, gulzar û çolistanê
Reng şêrîna, bihar û zivistanê.
Gulîzera navşêrîn Kurdistan e
Çi gund çi bajar û çi çolistan e
Baqî jê re maye, mest û heyran e
Ez wê nadim sed Çîn û Hindistan e.