Ez kîme
Helbestvan: Dayika Raman(Nezht Sido)
Ez kîme
Sorgula baxistanim
Dergûşa helbestanim
Ez kaniya hestanim
Ezim ez kurdistanim
Qamişloka renginim
Bajarê hest û vînim
Herdemê dil bi tînim
Bajarê ceger xwînim
Ez ameda kevnarim
Ez dimînim ez narim
Herdemê ez pêdarim
Liber çavê neyarim
Ez hewlêra ciwanim
Sorgula gulîstanim
Paytexta kurdistanim
Rêka xwe ez dizanim
Ezim ez mihabadim
Tucar dozê bernadim
Ezê zendê xwe badim
Arê newrozê dadim
Em bajarê kurdane
Can gorî can fîdane
Karê me berxwedane
Doza me kurdistane.
XELAT