Jiyna Bê Mehweş

Jiyna Bê Mehweş

Helbestvan: Hozanê Girkundê                             

 

 

Girnejîn li ser lêvên xemkêşiyê

kêliyên bi kesre Oxir dikin

Û ....dil payîzeke mest e

Hêvîyê me bi giriyekî zivistanî

Xwe dipêçin

Şev jî hêlana hebûnê dihejîn e

Li beyîbaneke dûr

Mûmiyên bendemanê

Li ser carên biyaniyê vêdikevin

Bayekî gûr xweziyên temenê me

Bingor dikin bingor

Giyan teşîya mirineke sermedî dirêse

Û .....em bûne

Hişekî belakirî di nava zeviyeke

Sêwî de tabloya welatekî

Laş derizî nîgar dike

Mîna rew rewka sawêran li pê hetava

Xewinan Em direvin

Bi hûçikên asoyan digrin

Ber bi gerdûneke

Bê sînor Em diherikin

Û ....kirasê evîneke mişixtî li bejna

kenekî sêdar kirî dikin

Û ....gavên me qonaxa demsaleke

Bêbûhar dipîvin

Destarê jiyanê bi dilekî xayiz digere

Û ...  peyv bi kevirên xweziyan dilikumin

Li ser kavilên tinebûnê

Li xwe digerin

Di nava mijeke sermedî têne nixwamtin !!

______________________________________________

18  _  02  _  2025  Serê kaniyê

XELAT