Salvegera Koça Dawî ya Hunermendê Kurd Cemîl Horo

 Salvegera Koça Dawî ya Hunermendê Kurd Cemîl Horo

Hunermendê Kurd ê navdar `Cemîl Horo` ku bi Bilbilê strana Kurdî ya gelerî ya Efrînê tê naskirin di 19`ê îlona 1989`an de koça dawî dike.

Cemîl Horo di sala 1934an de ji dayik bûye, bavê 9 keç û kuran bûye, destpêka wî bi strana kurdî re di salên şêstî de ji aheng û zemawendan destpê kir. HORO li gel stran gotinê karê xeratiyê jî dikir û debara jiyana xwe û malbatê dikir. Hevdem kar û rewşa siyasî ji Cemîl HORO ne dûr bûye di nava tevgera Kurdî de xebat xwe berdewam kiriye, lewra jî gelek caran ew rastî girtin lêdan û işkinceyan hatiye.

Cemîl HORO ji hunermendên pêşî bû ku agirê Newroz li ser çiyayê Efrînê dadan lewra ji ber fişaran ew neçar dibe ku berê xwe bide Bakûrê Kurdistanê û Turkiyê û li wir li gel hunermenda navdar wek Eyşeşanê kasêteke stranan tomar kiriye, di wê kasêtê de mozîkjenê navdar Arif SAX jî alîkar bûye.

Di salên 60`î de Horo yekemîn kasêta xwe weşand û piraniya stranê wê kasêtê ji folklorê deverê bûn û strana xwe Memê Alan gelekî deng veda. Her weha bi dengê xwe yê çiyayî bi dehan stranên folklorî û gelêrî tomar kirine û bûye stranbêjekî kurdistanî.

Cemîl Horo di 19 îlona 1989`an de koça dawî dike û li Gorîstana Henên li çiyayê Kurmênc Efrînê hatiye veşartin.

 

XELAT