Zimanê me di dîrokê de

Zimanê me di dîrokê de

Nivîskar: Silêman Demir

Li hemû welatan bajarekî ku navenda çand, huner û hilberîna bi zimên heye; zimanekî yekgirtî ji bo wî welatî li wir ava û geş dibe; li Rusya Moskova, li Fransa Parîs, li Almanya Berlin, li Tirkiyê Stenbol û li Başûr Silêmanî ye. Ew bajarên navend, xwedîyên hêza ku bikaribin bandorê li zimanê welêt tevî bikin in. Lê mixabin li bakur, bajarek ji bo zimanê me yê xweş û dewlemend ku di peyvê û nivîsê de gelek derfetan dide mirov, nebû navend; lewra jî zimanê me li bajarekî nebû zimanekî yekgirtî yê ji bo welêt tevî, di çanda me de bandor û hêza rakêşa xwe ya pêşengiya vejîn û hilberînê ava nekir. Em li Diyarbekir, niha bi derengî be jî ji bo vê yekê tevdigerin, em li ber xwe didin û dixwazin ku Diyarbekir bibe navend, le mixabin zimanê Diyarbekir ê jiyana rojane tirkî ye; ji sedsalan ve wilo ye. Çand, huner û karên bi zimên li ba hejmareke bi sedan kesan tenê ye, lê bajar du milyon û nîv heye. Diyarbekir zimên xwedî nake.

Li welatên navborî û welatên xwedî şaristanî, ev kar û avabûna navendekê, hîna salên 1600 û 1700an dest pê kir û heta salên 1800an serast bû, ya jî temam bû. Li ba me, kurd heta salên 1960 û 1970 jî gundî bûn, kurdî jî zimanê gundan bû.

Cizîr ji serî ve bajarekî kurdîaxêv bû, hinek xwendin jî lê hebû, lê biçûk bû û bi tevgera civatî herêmî bû, nikarîbû ew pêşengî bikira.

Bilîs jî hebû, lê ew jî nebû navend, serweriya kurdan li wir zû têk çû û zimanê bajêr bû tirkî.

Gava Kurd ji salên 1970yî pê ve daketin bajaran, hatin û li tirki rast hatin; piraniya ciwanên wan bi tirkî peyivîn; kurdî li taxên feqîran ma ji dê û bavên wan ên nexwende re.

Li Diyarbekir heman bûyer bû; li taxên feqîran û nû ji gundan hatiyan tenê bi kurdî hat peyivîn. Niha jî wilo ye û belkî hinekî xerantir e. Lewra niha gelek kal û pîrên nexwende, ên ku berî bîst sîh salan ji gundan hatine, gava derdikevin bajêr, bi derdorê re bi tirkî dipeyivin. Baweriya wan ew e ku divê mirov li bajêr bi tirkî bipeyive.

Lê di eslê xwe de, zimanê me, ne bes tenê dewlemend e û derfetên mezin ji bo peyvê û nivîsê dide mirov, lê bi deng û melodiya xwe jî gelekî xweş e, yeker wek helbestan e. Wê loma be ku havîna sala 1986an gava ez li Swêdê nû bûm û hîna li kampê bûm, em ji hemû milatan li wir hebûn, hemû ziman dihatin peyivîn. Rojekê yekî Rûs hat ba min û hevalên min û pirsî bê ma em kî ne û bi kîjan zimanî dipeyivin. Me got; em kurd in, em bi kurdî dipeyivin. Ê Rüs got; ez zimanê we fam nakim, lê ev demek e zimanê we di nav van zimanên li vir de bala min dikişîne, dengên zimanê we gelekî xweş in; ji zimanê xwe hez bikin. Me spas kir. Jê û pê ve ew zilam bê silav di me derbas nedibû û her carê tiliya xwe ya girdê ji me re bilind dikir û dixwest bibêje; baş e, xweş e.

 

XELAT