Bîranînek ji salên buhurî- Apê Hecî
Nivîskar: Dr. Eskerê Boyik
Salên ewlin (1960-1970), Beșa nivîskarên me ya rex Yekîtiya nivîskarên Ermeniyan pir aktîv bû. Heftê tune bû ku me çalakîk derbas nekira. Ȇvaryê xwendina helbestên nû tim hebûn. Helbestvanên me yên ahil û gênc çi dinivîsîn wan êvaryan da dixwendin. Temamya rewșembîrên me beșdarî wan çalakiyan dibûn, fikira xwe digotin, di qîmetkirinê da berk bûn… Hewaskarîke mezin hebû. Wan salan hewake nûbûnê ketibû nava helbestvaniya welatê sovêtê û ermeniyan. Guhdarî dihate danîn ser cûrên helbesta nû: helbesta nûjen. Axaftin medyayê da dor helbestvaniya pêșketî ya ewropî û amêrîka latînî bû. Wusa jî hinek nivîskarên sovêtê û ermenî, ku salên dijwer, șîyî-sîwiheftan û peyra wek nivîskarên ne „amin“ bo nivîsên xwe hatibûn girtin, sigûnkirm, gelek hatibûn wundakirin, nivîsarên wan hatibûn qedexekirin, nû va efû dibûn, nivîsarên wan dihatin weșendin. Helbestên nivîskarên chanê yên bi nav û deng bi rûsî, hinek jî bi ermenî dihatin wergerandin, weșandin. Xwendevanan dixwestin berhemên wan û helbestên nûjen bixûnin.
Guhê min jî li ser wan nûbûna bû. Em dukanên frotina kitêban dernediketin. Min gelak duxwed. Min jî dicêriband helbestên xwe da ji sînorên helbesta meye klasîk û cûrên folklorê derêm. Ya dinê jî gotina helbestvanê Ermenyayî mezin Yêxîșê Çarêns, ku ew jî wan salê dijwer hatibû wundakirin, ketibû serê min: „helbesvan dinivîse yan gerekê tiștekî nû bêje, yan xwe ker bike, nenivîse, gerekê rê û dengê wîyî xwexwetyê hebe“… Wê demê Mîkayêlê Reșîd, Șkoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv rêya xwe ya xwexwetiyê vedikirin, rêya wan ya wan bû… Min jî dixwest ji xwe ra „rêya“ nû bibînim. Tiștekî din jî ez wê demê tê gihîștim, eger nav te da ruhê efrandarîyê nîne rêya xwexwetyê bi zorê vekirin dijwer e, yan nabe…
Min xwe hazir kir û êvarîkê da çend helbestên wa gotî „nûjen“ xwend. Helbest bi naverok û stîla xwe dijwer bûn, hișk, hinek pirînsîpên helbesta kilasîk dihatin teribandin, min bi xwe tê derdixist di aliyê guhdarvana va têgihîștina wan dijwer e.
Ji pey êvaryê ra, Șekroyê Xudoyê rehmetî min ra got: „Apê Hecî dixweze tera, bi tenê biaxive“. Fikirîm „Apê Hecî fikira min tê derxistye, wê temya bide, ku ez we rêya xwe berdewam bikim“.
Apê Hecî gelekî berk got: Esker, min ji helbestê te tișt fehm nekir… Xelkê meyê çawa te fehm bikin? Gundiyê teyê ji te fehm bikin?
Min xwest derheqa nûjenyê û fikirên wê demê meydana edebyetê da hebûn bêjim, lê wî nexwest bibihî, got, „Esker, xwendevanê me helbestê te hiz dikin ji bo ew wek xeysetê te nerm, nazik, zelal in, paqij in, qelpî nav wanda nîne, ev e dengê teyî xwexwetyê û gotina te ya nûjen. Niha tu min ra helbesta xwe ya derheqa zivistanê da bêje, ew min xweș tê .“
Kulȋyȇ nazik, kulȋyȇ berfȇ,
Nerm dibarin tȇne erdȇ.
Wusa sipȋ, wusa amin,
Weke têlê porȇ diya min.
Tȇn dipȇҫin çiya-baniyê min,
Ku ji sermê necemidin.
Rehma Xwedê apê Hecî be, Min dest nûjenya xwe berda, nizanim rast kir, yan na?…
XELAT