Pêşî ziman…
Nivîskar: Îkram Oguz
Pêşî ziman…
Di rê da pêşî peya…
Di tekoşînê da pêşî kurdî û kurdistan.
Jiber ku kurdî zimanê me…
Kurdistan jî welatê me ye.
Ziman wenda be, berê Kurd, dû ra jî Kurdistan wenda dibe.
Jiber ku ziman ne tenê amûra axaftinê, herwiha berdevkê hiş e jî.
Ziman çiqas dewlemend û zelal be, hiş jî ewqas zelal û bikêrhatî dibe.
Ziman feqîr û şêlû be, hiş û hişmendî jî şêlû dibe…
Kurdî zimaneke dewlemend…
Zimaneke xwezayî û zelal e.
Mixabin ev zimanê dewlemend û paqij di zar û zimanê kurdan da feqîr û belengaz maye, ku ev jî îro kêmasîyek ji kêmasîyên kurdan e.
Jiber ku hiş û berdevk bi hev nakin.
Hiş Kurd…
Berdevkê hiş jî Tirk e.
Hiş çep lêbixe, berdevk rast dilîze…
Hiş rast lêbixe, berdev çep banz dide.
Loma Kurd bi piranî ji girîngîya zimanê xwe yê zikmakî bêhayîdar in.
Jibo pişaftinê grîngîya ku dagirker didin ziman, ew nabînin.
Li dijberî dagirkeran derkevin û ji bo azadî û serxebûna welat û gelê xwe kar û xebatê bikin jî, pişaftina xwe kêmasî, hînbûna zimanê xwe yê zikmakî jî pêwîst nabînin.
Nizanin, ku ziman wenda bibe ew gelê ku jê ra azadî û serxebûnê dixwazin jî li paş wan namîne.
Ev demeke şaredarîyên hinek bajar û bajarokên kurdan ji bo ku ziman di jîyana rojane da were bikaranîn û neyê jibîrkirin hişyarîyên trafîkê bi kurdî dinivîsînin, parêzgarîyên wan bajar û bajarokan jî di heman demê da hişyarîyên bi kurdî jê dibin.
Kurdên bêhiş vê yekê pirsgirek nabînin…
Yên dibînin jî, pirsgirekê bi şirîkatîya Erdogan û Baxçelî va girê didin.
Halbûkî ev pirsgirek ne piçûk ne jî bi şirîkatîya Erdogan û Baxçelî va girêdayî ye.
Di ruknê dewlata kemalîst da risteke nenivîsandî cîh digre, ku ew jî ev e:
Di nav sînorên dewleta Tirk da, ku Bakûrê Kurdsitanê jî di nav wê da ye, Kurd dikarin bibin her tişt, lêbelê nikarin bibin Kurd…
Mesela ziman jî bi vê rista nenivîsandî va girêdayî ye.
Loma parêzgerîyên bajar û bajarokên ku rê nadin hişyarîyên bi kurdî, bi jêbirina xwe va ji kurdan ra rasterast dibêjin, „hûn di jîyana xwe da dikarin her zimanî bi kar bînin, lê hûn nikarin li dû zimanê ku me ji devê we kişandîye û girtîye, careke din bi dest bixînin…“
Jêbirina hişyarîyên bi Kurdî ne tenê biryara parêzgeran, biryara dewletê ye.
Dewleta ku piştî pişaftina 80 salan hebûna kurdî nas kir û di kanalên televîzyonên xwe da jî bi kar tine, ji hemû kurdan ra bi zelalî jidibêje, bi her zimanî biaxifin û bijîn, lêbelê ne bi kurdî…
Li dijberî vê yekê gilî û gazinên di medya civakî tên ziman jî, şermezekirina dewleta dagirker jî pere nake…
Çare, berxwedan û vegera li ziman e, ku ew jî tevger û jîyana bi hest û helwesteke kurdewarî pêk tê.
Ew jî jîyana bi kurdî û kurdewarî ye…
07.08.2024
XELAT