Ew bi xwe biryara rast didin

Ew bi xwe biryara rast didin

Nivîs: Stran Ebdullah

Beriya her tiştî em xwedî li êş û kedera gelê xwe derkevin. bila hezkirina me ji wan re hebe û bila rûyê me xemgîniyê nîşan bide ku em ji vê êşê hez nakin û em jî qels û pê dilerizin, êdî piştî wê yekê yekîtî û tekbîra hevpar ne hêsan e.

Tu bi Soraniyekî paqij û bêgerd û bi îslametî û bi kurdîtî bibêje ku ez jî xemgîn im, bibêje Xwedê, ol, ayeta gel û axê nikarin vê zulmê daqurtînin…weha bêje ku êdî ewê te nas bike û bizane ku tu ji dil diaxivî. Tu ji nava dilê xwe axînekê ji bo jidestdana keç û jin û xwîşkên Êzidî bikşîne ku ew bi xwe giyanê xwe ji bo malbata xwe ya mezin Kurdistanê hilkişîne.

Tu bibe evîndarekî durust û fedakar û êdî li hêviya padaşt û xelatan mebe, ew bi xwe qible û kumpasa rast dizane ji ber ku (Evîndar ji dûr ve xuya dibin, rengê wan lêvên wan bi baran in) rastiya çarem û ji dil têra raz û niyetan e û ji sed şanameyên derewîn bi bandor tire, zelamê Êzidî xwe ji Qafqasyayê heta Qilyasanê xwe li te digrê daku te bibîne. Ew çîrok kêm û degmenin ku haya evîndaran ji hev nebe û her tim hatiye gotin ku `dil neynika dil e`.

Tu jî birayê etnîkçî, Êraqî û kelakçî, bi navê xem û coş wî zêde hembêz neke, dev jê berde bila biryara rast bi xwe bide. Di nav gel, gel û Xwedayê wî de kesek heye ku gazî hembêza dilovanî û ewlehiyê bike?

Biracan tu mal û mulk û zevî talan neke û av û pawanê wî qorx meke, êdî ew bi xwe Kurdê esîl û resene, birayê min tu kosekosê lê meke û biryar û merce`a xwe bi ser de ferz neke, ew bi xwe dizanê ku Kurde û Kurmance û Kurdistan yeke û yek çarenivîsa reş û geş heye.

Yanî Êzidî li Balakçar û Yêrîvan xeber dide û li Riya Taze dinivîse û li nava împeratoriyeta belşevîk û mesqofî a biyanî de dibêje ez kurdim û romanan dinivîsînin û alfabêta dadihênin û dîwan û pirtûkan bi kurdî çap dikin, lê di dawiya temenê xwe de li Şengalê li tenîşt Kurdistana rizgar guhê xwe kerr dike û bangewaziya nîştîman nabihîze?

Mebest ewe ku gotin û şîretên (Şivanê Kurd) Seyda Erebî Şemo û (Hawar)a mamosta Haciyê Cindî û (Ez Dizanim Kurdistan Wê Çi Bibe) a Eskerê Boyîk ne wisa henek bûne?

Berhevoka berhemên folklorî ya Cemîle Celîl ku note jêre hatine danîn wê yekê nîşan dide ku, nexêr gelê me yê Êzidî ciddî bûne. Ka em jî hinekî ciddî bin.

XELAT