ÊZÎDÎ, Bawerî ji bo Nasname yê
Helbestvan û Nivîskar: Seyrana Celad
Êzîdî gelê here kevnar in ku dîroka wan dighîje hezar demsalên dirêj ên di nav dilê Mezepotamiya yê de. Dînê me Êzdatî, pir kevnare, girêdayî têgihiştina xwedîtiya xwezayî, bûna cîhanê û bingeha rêz û rêbazên ramaniyê ye.
Di demsalên borî û heya roja îroyîn, em êzîdî têne zêrandin û bi zordarî, rastî koçberiyê, bi zora şûr dîn guhertinê û gelqiriyê hatine. Lê her çiqas jî em êzîdî gelek caran bi şer û xeteryê re rû bi rû mane, dîsa jî piranî kes dînê xwe neguherandin. Ev nek şerê dîn tenê ye, lê her weha şerê nasname yê bûye.
Di demê Imperatora Osmanî de, gelek êzîdî bi zorderiyê hatin qetil kirin. Hine kesên wan bi zorê îslam qebûl kirin. Di demê Sovyetê û piştî hilweşîniya wê de, tevî jiyana civakên xristiyan re, hin êzîdî bi rêka asmîlasyonê dînê xristiyanî qebûl kirin. Lê dînê ma ye resan zindî ma, û bi rêya gotinên devkî, ayîn û bîranîna civakî nivş bi nivş gihîşte roja îroyîn.
HEWILDANÊN SIYASÎ YÊN PARÇEBÛNÊ
Di çendî salên dawî de, hin çarçovên siyasî hewl dan ku netewa kurd parçe-parçe bikin, û êzîdiyan ne wek kurd çawa netewek cuda nîşan bidin. Ev siyasetek qirêje, şerê navxweyî û nekokî ye, ku dixwezin orta gel da cudabûn pêk bînin. Lê rastî ew e, ku êzîdî kurd in di eslê xwe de, û êzdîtî jî dînê wan e, ne nasnameya nû ya etnîk e.
ÇAND, ZIMAN “Resan û Arî”
Êzdîya bi nav dikin gelê “Resan û Arî ” ji ber kevneşopiya ziman, çand, edetên wan û wekî tû car dîn neguhertine, çawa bûne wisa mane. Êzîdî bi zimanê xwe kurdî, zarava kurmancî diaxivin. Bi cil û bergên taybet û rengîn ji herêmên din cuda dibin. Dîrok û ayînên kevn hîn jî bi rîtûalên xwe diparêzin. Ev hemû îzbat dide serhildana hêza çanda me.
BANG JI BO PÊŞEROJÊ
Îro, ku dunya gelek caran ji bo gelên biçûk bîr dike, girîng e ku em bêjin rastiyê. Divê em:
Zimanê xwe biparêzin
Zarokan bi çand û dînê xwe fêr bikin
Ji hişmendiya parçebûnê dûr bikevin
Bi yekitî biparêzin qedir, dîrok, çand û baweriya netewa xwe.
Dîroka civata êzîdî şehde ye, ku bawerî ji bo nasname yê dikare di nav hertiştên dijwar û xeter de jî bimîne zindî.
Xelat
