NAME Û NAVNÎŞAN
Nivîskar: Ferho Ferho
Dibêjin name ji navnîşana xwe xuya ye, gelo ev rast e ya ne? Mirov jî di heman nimûneyî re derbas dibe, hin hene mîna rûpelên rengîn û zêrîn in lê mixabin bê naverok û wate ne.
Hin hene qapaxên wan pir bi xemil û xêz in, lê dîsa sivik û bê ra ne, tenê ji dûr ve yekî dixapînin, ew çirawîskên wan û rengên wan zû li ber tava rokê û barîna barînê jê diçin, ev kesên wisa bîrdanka xweşikbûn û nirxan li gel wan zuha ye, tenê dengê bilind nas dikin da ku şaşîtiyên xwe û kêmasiyên xwe binuxmînin, Hin mîna rûpela rizî di kuleka malê de hilandî ne û di nav sed paçikî de veşartî ne, lê di dema pêdivî û piwêstiyê de amade û dagirtî ji gêncîniyên ji zanîn û zanebûnê ne, pirtûkeke dagirtî ji serpêhatî, şîret, û pêşedariyan e, û mîna dara li ber çêman e, bi berhem û fêkî ne, di zivistanan de dengbêj û çîrokbêj in, kesên wisa tovê zanist û zanînê ne, Di warê jîn û jiyanê de jîr û jêhatî ne û di çarnivîsan de pêlewan, egîd in, mîna bîra avê ne çiqas tû jê bibî, bihtir kûrtir dibe,
pir zehemet e mirov nameyeke wisa dewlemend û têr û tijî bibîne, ji ber vê yekê gereke haya mirov ji bedewbûn û xweşikbûna mirov a hundir û ji derve hebe da ku qapax û naveroka pirtûkê guncaw û di heman astê de bin.
Xelat
