Mîrên Sazê li Bakur `Erif Sax` û li Rojava `Hec Welo`

Mîrên Sazê li Bakur `Erif Sax` û li Rojava `Hec Welo`

Nivîskar: Hozan Efrînî

Hunermendê sazvan "Mihemed Hec Welo" ku bi nifşa yekemîn a dengbêjên herî mezin ên folklor û kelepûr û çanda netewî ya herêma Efrînê jiyaye û her wiha ezmûn, awaz û parçeyên muzîkê ji nifşê nû re veguheztiye daku bibe zêdebûn û bingehek ji bo avakirina wê û xizmetkirina çanda mûzîka kurdî a resen li herêma Efrîn û Rojavayê Kurdistanê.

 Ji ber vê yekê pir girînge ku em vî hunermendê sazvan ji nêzîk ve nas bikin û berhem û kar û nerînên li ser wî bi awayekî berfereh bînin hole û rojeva hunera resen a kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Wek tê zanîn ku hunermendê sazvan ê dêrîn ê kurd ê naskirî (Mihemed Hec Welo) ku bi bavê Şêro naskirî ye, jidayîkbûna 5-10-1951 li gundê Omera ya ser bi bajaroka Şera ya Efrînê hatiye dinê. Li navçeya xwe ya Şeran xwendî û paşê li dibistanên Ezazê xwendî lê şert û mercên civakî ne li ba wî bûn, nemaze bavê wî pêwîstiya wî bi kesekî duyemîn li malê hebû da ku alîkariya wî bike, ji ber ku mala wî herî zêde karê çandiniyê pir bû, dibêje min ji ber vê yekê dest ji xwendinê berda û bi bavê xwe re xebitîm û xizmeta mal û milkê me kir, piştre ji sala 1971'ê heya 1974'an tevlî xizmeta leşkeria Sûrî bûm."

Li ser jiyana xwe ya hunerî û hînkirina xwe ji sazê re wiha dibêje: "Ez ji bavê xwe fêrî lêdana sazê bûm, li wir diyarî kesekî bi navê Arif kir, kurdekî ji Bakurê Kurdistanê ye ku li Bilbilê dijî, bavê min saza ji (Baliq Sirti) wate pişta masiyan ku ji 14 girêkan pêk dihat, ku bavê min di sala 1961an de ji hevalên xwe Xelîl Bûd û Aref fêrbû ku lêbixe.

Saz û awazên ku lêdaye ji wan ev in: Şerîf Beg Edla Omer Begê, Zêneba Osê, Siyad Ehmedî Zelîfî, Berîvana Cindî, Dizo, Melek Naz, Xelîlê Xazî, Guh Reşê Mêrzo Begê, Kulkê Silêman,Cebelî, Eyşa Qasim Begê, Eyşa Îbê,Memê Alan û gelek awazên din li gel hunermendên navdar û berhemdar pêşkêş kiriye ku ji wan hunermendê mezin Cemîl Horo, Elî Tico, Nurî Şêxo, Ebdulqadir Hes Nazê û hejmareke din ji hunermendan.

Di dîdareke xwe de wiha dibêje; Em li gundê Miskê bûn ku di wê demê de, hunermendê mezin Cemîl Horo ji sazbendê mezin apê Adîk pirsiya: Gelo tu ji lêdana sazê kê hez dikî.? Bersiv da û got: Ez ji saza Erif Sax li Bakurê Kurdistanê û ji yê Bavê Hecî yê Efrînê hez dikim. Cemîl Horo jê re got: Ev bavê Hecî ye ku bi me re rûniştî û li sazê dide, yekser serê min maç kir.

Ev yek dide diyarkirin ku hunermendê sazvan Mihemed Hac Welo çiqas zaneyê sazê ye, ew nimûne û sembola lêdana sazê ye. Tê wê wateyê li Bakurê Kurdistanê Erif Sax wek mîrê sazê ye û li Rojavayê Kuridstanê jî Mihemed Hac Welo mîrê sazê ye.

Pêşniyara min ji hemû nivîskar û rojnamevan û ragihandkaran re keseyetiya hunermendê mezin Mihemed Hac Welo ji bîr nekin û hewil bidin bi awayekî berferehtir bidin nasîn û zanîn tako dîrok li me were dilovaniye.

 Ev destpêkeke ji nasandina hunermendê mezin ê mîrê sazê Mihemed Hac Welo ye ku me xwest tenê bi riya vê gotarê, agahdariya xwendevan û şopênerên malpera Xelatê bikin ku di demên pêş me de, emê hewil bidin çavpêketineke taybet bi hunermendê hêja re saz bikin taku em bikaribin bi awayekî pir berfereh rastiya karê vî hunermendê bidin nasîn û ji rûpela dîrokê re bidin zanîn.

8/9/2024

 

XELAT