Cindirêsê: Dizîna malan jî dest pê kir

Cindirêsê: Dizîna malan jî dest pê kir

Li bajaroka Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, erebên hawerde, dest bi dizîna zeytûn û henar û malên kurdên Efrînê kirine û bi piştîvaniya hinek komên çekdar ên ereb û Turkman ku li Efrînê mane dirêjpêder in.

Di wê bare de, serokê Rêxistina Mafên Mirovan Li Efrînê parêzer Îbrahîm Şêxo di belavokeke fermi de, rastiya dizîn û têkdana milk û bax û malên kurdên Efrînê bi zelalî aniye ser ziman ku êdî ew erebên hawerde ku vegeriyabûn cih û warên xwe, jinûve vegeriyane Efrînê û dest bi dizîn û têkdana milk û baxên zeytûnên Efrîniyan kirine û li hemberî kiryarên wan, desthilatdariya Efrînê jî, bêdeng in.

Di heman biwarê de, welatiyekî xelkê Cindirêsê ku nexwest nave xwe aşkire bike ji Xelata Kurmancan re wiha got: Êdî em nikarin ne li derva û ne jî li hundir xwedî li kelûpelên xwe derkevin. Ji aliyekî ve, Mator û otombîl û tiştên din ji malên me tên dizîn, ji aliyekî din ve, berhemên zeytûnan bi aşkireyî li ber çavên xwedanan têne dizîn û çinîn.

Her weha wî welatiyê Cindirêsê ev jî got; Ji hin cihên ku lê dizîn hatiye kirin di hundirî bajarê Cindirêsê de û derve jî hene, ev in: Xweringeha Bavê Cîhad, Keskefroşgeha Erifê Cîncînê, Firoşgeha Omran li gel du firoşgehên mirîşkfiroşan ku ê Ridwan Kekeç û Hemûdî Remzî û li gundê Çobana jî matora du loqî ya Hozan Ehmed Hemo, Şêxê Şebo, Welîdê Eyûb ye.

Ew welatî di dirêjahiya daxuyaniya xwe de dazanîn: Di van rojên dawiyê de, dizîn û şelandina xelkên kurd ên Efrînê her diçe zêde dibe. Niha şêwazeke nû derketiye ku riya xelkê digrin û mator û otombîl û pere û kelûpelên wan ji wan destînin û desthilata herêmî jî bêdengiya xwe nîşan didin ku rê li ber wan kiryarên nerewa vedikin.

Her weha welatiyên din jî hem li Şiyê û hem li Reco û hem li Şeran û hem li Mabeta û Efrînê û Şêraweyê jî heman tişt anî ser ziman ku dizîn gelek bûye û rewşa xelkê pir metirsîdar bû ye û desthilata herêmê ne diyare û bêdeng e.

Hêjayî gotinê ye ku herêma Efrînê yek ji aramtirîn herêm û navçeyên Rojavayê Kurdistan û Sûriye bû ye, lê mixabin piştî 2018`an rewşa Efrîn û Efrîniyên resen têkçû, êdî ji sedî 80 darên daristan hatin birîn û bi deh hezaran darên zeytûnan hatin birînn û hilkirin û şandin welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê û Êraqê ji bo çandina bedewî di baxên dewlemendan û kampaniyan de. Bi sedan cih û warên kevnar û dêrîn hatin helweşandin û dizîn ku yek ji wan şêrê girê Endarê bû.

Xelat-Taybet