Navê xwe dibe Balafirxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî

Navê xwe dibe Balafirxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî

Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmanî dê bi navê Balafirxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî were guhertin, Serokwezîrê Êraqê jî razî bûye ku navê balafirxanê were guhertin.

 Serokê Saziya Serok Celal Talebanî Balyoz (Dr. Mihemed Sabir) ragihand: Li ser daxwaza Saziya Serok Celal Talebanî, serokwezîrê Êraqê razî bûye ku navê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmanî bibe Balafirxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî.

Serokê Saziya Serok Celal Talebanî diyar jî kir ku, piştî temamkirina rêkaran dê di merasîmeke hêja de, navê Balafirxana Navneteweyî ya Silêmanî dê bi Balafirxaneya Navneteweyî ya Celal Talabanî were guhertin.

Dr. Mihemed Sabir got: Ev gav xizmeteke biçûke ji bo têkoşîn û hewildanên Serok Mam Celal Talebanî ji bo gelê Kurd û gelên Êraqê û ji bo zindî hiştina navê wî.

Kevirê bingehîn ê Balafirxana Navneteweyî ya Silêmaniyê di 29ê Mijdara 2003an de hate danîn û rûberê wê 13.5 kîlometre ye. Her weha di 20ê Tîrmeha 2005an de, bi merasîmekê ji aliyê Serokomarê Êraqê Mam Celal ve hate vekirin.

Sala 2005 Mam Celal balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê vedike

XELAT