Çendîn şûnwarên dîrokî li Seraya Silêmaniyê hatine dîtin
Qonaxa yekem a kolandinên şûnwarî li sera Silêmaniyê dest pê kiriye û xanima yekem a Êraqê dibêje ku germaveke dîrokî hatiye dîtin û daxwaz dike ku Sera Silêmaniyê li cihê şûnwarî were tomarkirin.
Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi amadebûna berpirsên hikûmetê û kesayetiyan li bajarê Silêmaniyê qonaxa yekem a kolandina sera Silêmaniyê bi fermî da destpêkirin. Şanaz Îbrahîm Ehmed di gotarekê de got: Min dizanibû ku li sera Silêmaniyê şûnwarên dîrokî hene. Ji ber vê yekê min ji Rêveberiya şûwaran xwest ku kolandinan di zûtirîn dem de destpê bike.
Şanaz Îbrahîm Ehmed da zanîn ku, piştî 80 roj û 820 demjimêran xebatê, germava Fatîme Xan hat dîtin. Dîroka wê jî vedigere serdema Mîrektiya Babaniyan û tê gotin ku ev germav (hemam) heta sala 1954 hebûye û ji aliyê parêzgarê wê demê yê Silêmaniyê (Omer Elî) ve hatiye hilweşandinê.


XELAT
