EM HATİN WARÊ XWE

EM HATİN WARÊ XWE

Helbestvan: Dîlan Makû

 

Em vedigerin li warê xwe,

Cenbexşin ji bo deverê xwe,

Nû d'kin bêrî û bederê xwe,

Em kirasê sîpî vedigerin,

Ser pişta me baxçê sorgula,

Next,qelendê wê xwina dila,

Zeytûn şad bibin bi bilbila,

Em bi îrada xwe vedigerin,

Em bernadin çiya yê kirmenc,

Emê bavjon tev kakil û sinc,

Em kesê dinê naxwazin kinc,,

Em bi ,azadîyê vedigerin,

Tenê warê min pal û pişte,,

Efrîna min mîna bihêşt,e ,

Hezar yek teme ,û her tişt e,

Em b' şaxê zeytûnê vedigerin,

Hezar silav li ruhê Arîn,

Mizgîn bidin mexberë Barîn,

Şênî kete bajarê Efrîn ,

Em li we serbilind vedigerin,

Vekin rûpelê vê dîrok ê ,

Em bîr nakim li vê çirok ê,

Zava kiştin ber çavê kûk ê

Em bi şehîdê xwe vediherin,

 

***Wêne malpera Sîmav Efrîn ê min girt,silav

10.03.2026.

Xelat