JI BER KU EZ KURD IM
Helbestvan: Merwan Berekat
Min birçîbûna xwe firotiye bayekî zer
Min tîbûna xwe daye çemekî miçiqî
Min nikanî êşên xwe bidana keviran
Çavekî min birîndaran hemêz dike
Çavek jî behînameyan dixwîne
Darbest bûne landik sar nabin
Mayînên nalînan di xewmên min de diteqin
Ez û seriyên vala di şerekî bêdeng de ne
Bazarên terman ji yên gulan geştir bûne
Dîrok çênî bi çênî ji hev dikeve
Birçîbûn min nakuje
Tîbûn tamarên min zuha nake
Çavên min ne guristan in
Êşên min ne nemir in
Her perçeyek ji xewnên min
Cêwiyek hêviyên avis in
Bêdengiya min sirûda serkftineke nêzîk e
Ji nû ve
Ezê dîrokeke bê xwîn bi hev xim.
Efrîn: 08. 12. 2023
XELAT