Eyda we pîroz be Qulingên Esmanên pîroz
Nivîskar û Lêkoler: Eskerê Boyik
Eyda we pîroz be Qulingên Esmanên pîroz
Bihar e, Nîsan e, Çarşem e, Eyd ȗ Sersal ê.
Eyda jiyanê, eyda kulîlkan, rengan…
Çarșem êzdîtyê da rojek pîroz e.
Bi hezara salan vê roja ezîz evdên Ȇzdî derdikevin çiya, deşt ȗ zozanên Welatê xwe, bi rengê xezayê, mal û șênên xwe, dixemilîin.
Ȇzdî eydê xwe derva dikirin, li nava çiyayn xwe, bin şewq ȗ şemala Şemsê xweyî jorîn …
Dîsa Çarşem e, Nîsan e, Bihar e,
Lê niha welat bê Êzdî bûye…
Lê niha welat bê Êzdî dibe…
Pirsgirêkên jiyana Ȇzdiyan weletê wan, Kurdistanê da çareser nabin.
Ezdî, bo jiyanê dinyayê bela bûne…
Ȇzdî xerîbyê da bîra weletê xwe dikin..
Bi hisret tên, xemgînî diçin…
Ȋro Lalișa pîroz bi Ȇzdiyan tije bûye…
Hatine kevirê LALIȘA xwe radimûsin, û dîsa herin…
Eyda we pîroz be Qulingên Esmanên pîroz.
17.04.2024
XELAT