ŞEVÊN ŞIKEVTA TARÎ
Nivîskar û Helbestvan: Suphîye Bûlut
Dema ku ez hê zarok bûm, li Dêrikê, di taxa Heramya de, mala meta min Emo bi xweşî û cihê xwe yê bêhempa dilê me germ dikir. Ew xanî li binê zinarekî bilind û bi heybet bû, mîna ku bi destê xwezayê hatibû xemilandin.
Di nav vê malê de odek hebû, tam li ber devê zinarê, wekî şikevtek tarî, sar û sirên kevnar dihewand.
Ev odek ji bo Türkan, bûka meta min, û kurê wê zava Seydoş hatibû amadekirin, lê ew odaya razdar her tim tirs di dilê me de diçand. Gava Seydoş carinan ne li mal bû, Türkana bûk ji wê odaya mîna şikeftê, ji tarîtiya wê ya bêdeng û sar ditirsiya. Bi dengekî nizm û lerzok gazî min dikir: Keçê Suphîye wer ba min, ez ditirsim.
Her çendî ez jî ji wê odayê ditirsiyam, dîsa jî diçûm ba wê. Em bi hev re, di bin ronahiya qelş a fitîla gazê de, vediketin, hewl didan tirsê ji dilê xwe derxin û bi sohbetên nerm xwe bişidînin. Lê meta min Emo, mîna ku bixwesta dilê me bi tirsê bike lîstik, dest bi çîrokên tirsnak ên cinan, û ruhên di nav zinaran de digeriyan dikir.
Ji xwe Türkana bûk jî ne mezin bû. Bi dengekî nizm û bi heyecan, çîrokên wê tarîtiya şevê hîn razdartir dikir. Min û Türkan, ji ber tirsê, xwe bi hev re dijdand, destên hev digirtin, bi çavên tijî tirs li hev dinêrîn û bi dengekî nizm dipeyivîn.
Her ku Seydoşê zava ne li mal ba, di wan şevan de, di wê odaya mîna şikeftê de, em di nav tirs û kelecanê de li benda ronahiya sibehê bûn, ku mîna rizgarekê bihata û me ji wê tarîtiya razdar xilas bikira.
Xelat
