TU KURMANCÎ ZANÎ
Helbestvan: Dr. Karîna Osêyan
Îro ji min yek pirsî,
Gelo tu kurmancî zanî ?
Bêjin ji min re hevalno
Ez çi bersivê bidime wî ?
Rupela min, nexş bi nexş
Bi kurmancî xemilî ye
Min ken, şahî, êş û birîn
Bi kurmancî nivîs ye
Xerîb koçber û penaberim
Bi kurmancî dimeşim
Erf, edet û hemû qanûn
Bi kurmancî derbas dikim
Û roja kû bê xatir xwestin
Bi kurmancî ruhê xwe bidim
De bêjin min re hevalno
Ez çi bersiv bidime wî ?
Tablo: Delawer Omar
XELAT