Çavên Dil

Çavên Dil

Helbestvan: Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin

bi lêvên min te naxwînin

Di dermafên te şaşyar in

xwe yekcarê dixapînin

 

Nikarim bê te jîndarbim

tenê rûnim tenê rabim

Tuyî mayîn tu jîna min

ji ber mana te vîndar bim

 

Li gor dana te bêzar im

li ber pesnên te bêzar im

Ziman û ev qelem jar bûn

li şûna wan gelek jar im

 

Ji xwîna min re raşîn î

ji ramanan re hişbîn î

Bilûra van xemên bêdeng

ji kêfa min re pelşîn î

 

Xelat