Bîna axê ji xwîna min tê
Helbestvan: Ezîz Gerdenzerî
Bîna axê ji xwîna min tê
Û ew e serekanya emr û jîyana min,
Roje, nîvro ye,
Va ez sekinîne li serê çiyê
Merd, merdane,
Pê şemala rojê ez morkirî me,
Ez hogirê tavê me.
Dem, dema mine,
Dinya, dinya min e,
Ez hogirê vê ax-topraxê me,
Dinyalikya bin piyê xwe da dinhêrin
Pê çevê nemirî.
Rojdager,
Berêvara jîyanê,
Bayê zivistanê pifî zurna xwe dike,
Mij û dûman
Berbi serê çiyê ew verê dike,
Aso sor dibe, roj berxwe dide,
Spindar pişta xwe rast dike,
Dixwaze berbi erşa bimeşe
Bêhna axê dikeve li nav xwîna min
Ez westiya me, li ser keskayê paldidin,
Çavên min tên girtin,
Ji nişkê va dengê hewar û gaziyê tê:
Hey lo bavo dîsa fermane
Hey lê dayê dîsa fermane,
Fermana ereb, eceman û romiyan e,
Dişewitînin mal û milkên me
Mêran dikujin
Direvînin keç û bûkên dest hina e,
Berê zar û zêçên me dane xerîbistanê.
Ez çavên xwe vedikin
Berê min dikeve Şems,
Xwîna min germ dibe,
Hêz û qewata min zêde dibe,
Ez derdikevim erafê meydanê,
Pêşberî dijmin ez disekinim,
Dijmin radiqetînim.
Heta dijminek sax e, heye, li rûbarê dinê,
Ez nayinime ser xwe navê mirinê.
Xelat
