EZ Jİ DERDAN Bİ XEMAN RÊWÎ ME
Helbest: Mehmet Çobanoglu
Ez bedbextim ji ber karwana xeman
Wek çem û newalan, bi derd û kulan
Hêsirên çavên min tev lemelemin
Wek qirîn, gazî wek kerba tev dilan
Bêkesî min re kul, min re derd e
Dilê minî şkestî li min helîya
Zeman li min bû pêt, nar lê tijî ye
Dilo, kezeba min li min qelîya
Wek merûmbûnê, wek koçberiyê
Ji xerîbîyê ye xemgînîya min
Dem ji min re azar, min re elem e
Wek tîra ku xwîn xist, li nav dilê min
Bi pêlê ser xwînê kefa min de ye
Ev êvara sar jî min nebuhurî
Rewşa xerîbî yi dilê min diêşîne
Ne nêzîkî min î, tu li min dûrî
Ketim tengasiyan, min qet roj nedît
Ez bi caran beyban bi caran lîçîm
Hêsirên çavên min tev lemelemin
Ez bi sedemên xwe yên bi derd diçim
09.12.2023
Stenbol