EZ NE XEWNFIROŞ IM
Helbest: Merwan Berekat
Her ku şevek xatirê xwe dixweze û berbang çûkan hişyar dike, dengê sirûdên azadiyê û yê hevalokên henekirina bûka welêt zelaltir têne bihîstin.
Ez ne xewnfiroş im
Ne jî nîgaşan ji memikên pêriyan didoşim
Sînorên aso şûtikên xwe vedireşînin
Şahî mijangên sibehan kil dide
Gavek
Du gav
Sê gav
Çar gav
Em digihînin kişwera semaya kezîzeran
Ez ne hêvîfiroş im
Ne jî niviştnivîs im
Buharek hemêza xwe vedike
Ji bûka welêt re xemlek amade dibe
Gavek
Du gav
Sê gav
Çar gav
Festîvala pîrozbahiyan li dar dikeve
Ez bê aram im
Berî gava çarê
P
Î
R
O
Z
be.
XELAT
