KERBA DILÎ
Helbestvan: Siltana Memê
KERBA DILÎ
Bila carkê herim Welat,
Mêze bikim Sîpan-Xelat,
Wetenê min reng-gulistan,
Birîna kûr agir, şewat.
Hey Welato, ronî çevan,
Kerba dilî roj û şevan,
Kî bide min, wê mizgînê,
Bo azaya te dilovan.
Xewn-xeyalî, êşa hestî,
Lênûs, pênûs, tilî-destî,
Binvîsînim, bilîlînim,
Bo Welatê xwe bindestî.
Dil û hinav bûne perçe,
Jîyana min para herçe,
Xwîna xwe da ça dikelim,
Xwedî ye war hovê pirçe.
Biafrînin ezê dirêj,
Welat tev min kula birêj,
Tu xemlî nûr, kaw û kubar,
Bûyî sêva devê qirêj.
Min Welat ra kir bê bextî,
Rûnanêm ez, ser tu textî,
Belav bûm ser qeda xelqa,
Betal kir min, hêz her waxtî.
Rûreşim li ber te Welat,
Bo te nebûm ruhstîn, cellat,
Dijmin te ra nekir qurban,
Axê nebûm zinar û lat.
09.04.2025s.
Xelat
