Serwerê Doza Giran

Serwerê Doza Giran

Helbestvan: Dilbirînê Deşta Mûşê



SERWERÊ doza giran
Rabû j'bo Dîn û Îman
Ji bo Heqê me Kurdan
Dabû destê xwe Qur'an

Li ser şopa Peyamber (s.X.l)
Şêxê min rabû mîmber
B'Navê Xwedê destpêkir
Bêhn da wek gul û 'ember

Ji bona 'EDALETÊ
Û ji bo ŞERÎ'ETÊ
Şoreşgerê tekoşêr
Bo me bigîn Dewletê

Şêxê-m rabû ji Pîran
Warisê Peyamberan (s.X.l)
Ji bona Dîn û Dewlet
Rabû Qiyam wek şêran

Bi eşq rabûn semayê
Dijminan kirin tayê
Wan leheng û mêrxasan
Zaliman da ber bayê

Nîvê Welat kir rizgar
Neyar bûn dûpişk û mar
Bêbextan bêbextî kir
Koneyên sexte, gemar

Dijminan kirin hîle
Û derbas kirin pîle 1
Dirav dabûn xayînan
Destdirêjî kir çîle 2

Dixwest herin Îranê
Vegerin Kurdistanê
Qaso Şêx kir kemînê 3
Ew nebîne îmanê!

Şêx da destê dijminan
Wî berazê bêîman 4
Çil û heft mêr Îdam kir
Tev Şehîdin bêguman

Bi hezaran bûn Şehîd
Mêr û mêrxas û 'egîd
Amed kirin Kerbela
Îdam kirin Şêx Seîd

Tu Serwerê Kurdan î
Rêberê Şehîdan î
Di bihuşta berîn da
Ligel Peyamberan î

Doza te doza Heq e
Dijminên te neheq e
Cangorî ne, çil û heft
Dilê zalim biteqe..

Şêxê Kurdan Şêx Seîd
Qiyam jê ra Cejn û 'Îd
Silav li Xewsê mezin
Tu namirî nû, cedîd..

Mucahîdek teqwa bû
Zanyarek bi wefa bû
Ey sertaca li seran
Tu pêşmergê Xuda bû

Pêşengê leheng û mêr
Serî rakir wekî şêr
Mêrxasê cîger pola
Welîyê tije û têr...

Bi bîrtînim Şêxê xwe
Rêzan û Rêberê xwe
Heta Dinya ava be
Ji bîr nakim Xewsê xwe

Tu Şehîd î, nemirî
Wek çiyayê Agirî
Hetanî Qiyametê
Doza te venamirî.

Dilbirînê Deşta Mûşê
13.02.2021 ~ Do

FERHENG

1. Pîle: Bêbextî, bêdadî, destdirêjî û derbaskirina tixûbên mirovatiyê.
2. Çîle: Kafirên bêwijdan û bêrûmet.
3. Mixabin Qasim begê bêbext û xayîn bi bêbextî ,,Rêber Şêx Seîd Efendî li ser: ,,Pira Evdirehman Paşa" kir kemîna neyêran û bû sedemê têkçûyîna Qîyamê.
4. Wî berazê bêîman: Qasim begê noker û bêbext.

Le'netê tînim li wî berazê ker..
Wî kir kemînê Şêx Seîd Rêber.

Berazê ker: Qasim begê noker û bêbext!

DAXUYANÎ

Min îro (22.06.2022) hinek Helbesta xwe guherand. Lewma ku ji a berê cudatir bûye.


XELAT