Newroz
Helbest: Mihemed Hemkoçer
Sal bi sal
Di qayîla adarê de
Li ser soza xwe
Tu tê
Û dilê me li hember te radibe
Dilê dar û deviyan jî
Geya
Gul
Gupik jî
Vedipengizin
Pêk tên hêvî
Dixemile
Deşt û zozan
Çiya û daristan
Di avdarê de..
Heyva şîn û şahiyan
Ya aheng û sema û dîlanan
Ya bîranîn û canvejîniyê
Ya arîşanên me bilind dike
Serê me radike
Demê xweş dike
Û em xwe pê dibînin
Xwe li miletan dibînin
Û jiyana xwe bi te dimeyînin
Newroz..
Avdar
Ey nasnameya Kurd
Daxme û rişmeya Kurdistanê
Nîşana xurist û siruştê
Dîmenê yekta ji buhuştê
Bi xêr hatî.
Xelat
