Koyîn be kurdo?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Gavan li pêş tu bavêje
Bi paşda qet hilnavêje
Ger hat xwestin em bi tera
Rastî ji dest xwe mavêje
Dijmin şûme pir qurnaze
Bi ken giyan j'te dixaze
Çi sor û gewr tev pîvaze
Nîşan deyne tîr bavêje
Dev li kene diran şûre
Kore mare binê tûre
Wek qerqîta nava hûre
Kenê wî jehrîn tavêje
Nebe parêv di nav sola
Te xwîn sorkir serê gola
Di koyîn da bigre pola
Da ku dîrok hilbijêre
Da ku dîrok lanet nekî
Gel tûye nav rûyê tekî
Paşê gazind fayde nakî
Ala nekî serberjêre
09/07/2025-Kobanî
XELAT
