GUL XEYÎRİN

GUL XEYÎRİN

Helbest: Dîlan Maku

 

 

Ji hinavê min, gul xeyîrin j' dil,

Kul keserê min, mîna nî bilbil,

Ser baxçê wêran,dinale delil,

Di xemê xwe de,ez penaber im,

Ji rengê bilbil,ez digrîm ji dil,

Fixan dide j'kul,min diçe dest mil,

Rihanim sorgul,diçilmsim ji şil,

Arê evînê, ez penaber im,

Zivistana sar, êş janê min har,

Kerba dikim kar, dil sot û hewar,

Xwe daye bin bar, dilxwş nebe neyar,

Hemû demsala,ez penaber im,

Sînorê warê min tev leşker in,

Derb û rimê wan mîna  xençer in,

Pişta min xist heft mixê zengar in,

Newişin beden, ez penaber im,

Dema tê waxtê roj biçe ava,

Kela giri tê, ji nav hinava ,

Bilbilê reben, nede silava,

Dilşewat û êş, ez penaber  im,

Vir nayê sebir û hedara min,

Xwîn dikêşe cokê bajarê min,

Bê eman tênê ser pêşenge min,

#nekujin jinê, ez penaber im,

 

        26/8/2024

XELAT