Lİ XWE BİGERE!
Helbest: M. Emin Aslan
Tu ji ku hatîyî û tu kîyî?
Ne yekî rût û tazî yî
Bi èlim û kemalê tijî yî
Ger xwe binasî efendî yî
Ger na tu kolekî pintî yî
Ger lê bigerî dibînî
"Husna pût û latan ji qidema ezel bû" bi yeqînî.
Dibe ku li qijika sipî digerî
Lê divê bi fikr û ramanê tu herî.
Dibe tu riwayet û dirayetê bizanî
Ji pirsê here qursê bi her zimanî
Despêka fêrbûnê çêdibe bi ciwanî
Ew dem bo deryê jîyanê miftezanî
Belkî tu ji hebûnê dikî şik û guman ê
Roj tê bi lêgerînê digîhîjî bawerî û îman ê
Ger tu vekirî nehêlî derê eywan ê
Tuyê serhişk bimînî negîhîjî dîwanê...
XELAT