ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK …Beş (5)

ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK …Beş (5)

Nivîskar: Salih Heydo

 

Her wiha dema ez û mazûvanê xwe yê Ermenî li hêstirê siwar bûn,me di rê de gelek suhbet kir û gelek bûyer û qewimandinên tirajîdî û xemgîniyê anîn zimên,lewra mazûvanê min gelek serpêhatî di derheqa qirkirina Ermeniyan de gotin,her wiha di nav re jî carê çêla kurdan û ciwamêrî û wefadariya wan dikir û digot: Kurd û Ermen bi hev re di welatekî de bi dostanî ,biratî û qencî dijiyan,lewra ev yek nedihate qîma Roma reş û dixwest vîlikekê bi navê ayîn û olê di navbera herdu milletan de bigerrîne da ku karibe serdestiya xwe li me û we bike û bi vî awayî tevgerriyan heya ev qirrkirina ne mirovayetî pêkanîn,lê dîsan jî gelek ciwamêran ji malmezinên kurdan weke,Axe,Beg,şêxên xwedî kêr û bandor û serok eşîr Ermenî bi hezaran veşartin û ew ji kujtin û qirkirinê parastin ,her wekî Malbata Eliyê Ûnisê Sasonî(qewmên çiyê),malbata hecî Mihemedê Mistê axayê Reşkotan,malbata Hesenê Zîlanî axayên geliyê zîlan û Şêxên Nehrê û Seyid Rizayê Dêrsimî di gel pirrên dîtir em bi mêranî û dilsozî parastin.Lewra em vê qencî û dilsoziyê tucarî ji bîrnakin. Û bi van xeberdanan   em mijûl dibûn heya em gihajtin mala şêx Seydoş ,lewra em derbasbûn û me silav kir û wî ciwamêrê Ermenî ji Şêx re got:Şêxê min ev xortê kurmanc ji serferbelikê xelas bûye û bi birîndarî şevekê hate mala me û pazde-bîst rojan di mêvantiya min de ma heya min ew ji birînên wî rihet kirin û paşê ji min xwest ku ez wî bînim tekyexana we ,lewra ez bi dilsozî wî radestî we dikim! Û bi destûra te ez ê vegerrim mala xwe,de gelekî bi xatirê we şêxê me.

Lewra ez radestî şêx Seydoş kirim û ew vegerriya.Kêliya çû di dews de min xwe avête destê şêx û maçîkir û min li ser serê xwe danî û jê re temene û kemerbest bûm û ez bi tore di civatê de çarmêrkî rûniştim.Bi rastî şêx gelekî guh da min û di dews de qewîtiya xwarinê kir û gelek pirs ji min kirin,di derheqa sefrbelik û vê tofana ku bi serê min de hatiye.Min bersivên rast û durist weke bi serê min hatine û bi min re derbasbûne jê re digotin.Her wiha ez wê şevê di mêvandariya şêx Seydoş de bi xwarin,vexwarin û guhpêdanek layiq  mam,sibeha dîtir şêx ji min re got: Birazê,çi ji te re gerek be,bi destûra xwedê û Pêxember û  ocaxê Seydoş em ê ji te re biqedînin ,qet xeman mexwe!

Lewra min jê re got: Şêxê min ez bigorî ocaxê te bim,qe tişt ji min re negereke ,tenê ez dixwazim hûn min bibin welatê min li devera Amûdê gundê Tilkermê yê  Badînan, ev çar-pên sal in ku hayê min û xelkên me yên malbat,pismam û merivan ji hev tune ye,seferbelike, nuha hemî di kul û xema min de ne lewra dixwazim kêliyekê berî kêliyekê li nav qewmê xwe bim.Dema min wilo got şêx Seydos di dews de fermanî ser du mirîdên xwe kir û got: Rabin herin sê hêstiran amade bikin û nan û xwarinê têxin xurcika wan ,bera ev xort li yekê siwarê û hûn jî her yek li hêstira xwe siwar bin û rext û tivingên xwe hilînin û wî bigihînin Gundê Tilkermê li berriya Mêrdînê,neyên heya hûn wî radestî xwediyê wî nekin!

Dumahîk heye...

XELAT