RUHÊ ŞÊRÎN Jİ TEN WÊ TEZ BİÊT DER
Helbest: Abdurrahim İnanç
RUHÊ ŞÊRÎN Jİ TEN WÊ TEZ BİÊT DER
Mefaîlun mefaîlun feûlun
Dilê min her birîndar bû bi yek ser
Bikim keyfê disa jî kul qe tê der
Heyat carek bi fetl û ba û bager
Ruhê şêrîn ji ten ew tez diêt der
Jiyanek tirs û tomet bû me borand
Hemû hesret xebînet bû me borand
Xeyal û xwewn û rûmet bû me borand
Ruhê şêrîn ji ten ew tez diêt der
Mudamî em di nêv cehd û xebat în
Di dinyayê bi dîlan û civat în
Bi xeflet em hema her kêferat în
Ruhê şêrîn ji ten ew tez diêt der
Heroj xanek dibê wêran dibînin
Bûmê şkêra li ser kavla dixwînin
Gusê rihlet dema ew lê bixînin
Ruhê şêrîn ji ten ew tez diêt der
Bizanin hûn hemû xwewn û xeyal e
Di vê dinyê tu çibkî her betal e
Di gorê peyde nabit yek heval e
Ruhê şêrîn ji ten ew tez diêt der
Kesek nînin nebit mihvan di qebrê
Di dest nînin ji bil nîşan di sebrê
Tu “Behmûrî “ xelas nabî ji xebrê
Ruhê şêrîn ji ten ew tez diêt der
26/07/2024 Cizîr
XELAT