Ezê pêşkim?

Ezê pêşkim?

Helbest: Hasan Kordede

 

 

Ezê pêşkim baxê gulan

Gava gulam pelatî bî

Ezê pêşkim wan bilbilan

Ku bibilêm jimartî bî..

Ezê pêşkim bi zozanan

Ku koçeran nan patî bî

Ezê çikim bi hêlanan

Ku konê min pêçaytî bî..

Xaneda nê xelkê xweş bin

Xanî yê min b'xalitî bî

Kêf û şahî çiqa'l dar bin

Ku min tenha bi girtî bî..

Şêwirmendê xelkê hebin

Gava min dev dirûtî bî

Cîhan pêkve bi seyrana

Lê min peza nedotî bî..

Ezê çibkim bi vê jînê

Ku keda min firotî bî

Bila bikevin qeyranê

Ku navê min kermotî bî..

Tişta dijmin ku nabêje

Partî yê min helkotî bî

Bikev ezman bi ser min da

Ne ku'l cîhan hilotî bî..

Daw û derling vemalan tev

Bila carek helkeftî bî

Şahê zanî nê nînin

Zanîna me yeketî bî..

 

 

17/02/2024-Serzorî

-----------------------------------------------------

Felek derî girt li min?

 

 

Şêst sal borî min derbas kir

Temen zû çû pê xelas kir

Heta ku min ew yar nas kir

Felek derî zû girt li min..

Doşeg bi min tev bû dirrî

Nikam rûnim li ser hirî

Va bi xwe tên hêstir girî

Lê wê derfet girt ji dest min..

Xanî maxek ji kelpîça

Çûm sibîka pêlepûça

Rastî ya jîn wek qalûça

Tê gihîştim çong neman min..

Yara min ew yek babete

Name min da yek kaxete

Navê xuda silawete

Şahî ya wê dane dijmin..

Xweşî ya wê nedî carek

Hew ji min re bibû barek

Kul û derdan hilgirt parek

Va çûn gorê ew tevî min..

Ger vîna te ne'j xweda bî

Tu car bi yar tu ne şabî

Wê her binbarê kulabî

Tu vê yekê bigir ji min..

Vîna resen ji xweda tê

Ne'j dolar û xiniska tê

Ji rastî û hev rêza tê

Ne ku bibî kolê dijmin..

Derîk pirbûn ber min yarê

Nizam kîjan ber te darê

Tê neghîştim ez vê carê

Hate girtin hicran li min..

Hicrana reş dor pêç kirî

Ket devê gur dûvik terî

Peza pîr ma li dûv kerî

Gur nema dixun goştê min..

Goştê min tev bû lerzeke

Gur nexar jê qey gezeke

Çûn kaviran xweş mezeke

Hawar felek kenî bi min..

Keç û bûkan nas dikirim

Bi tilîkan şan dikirim

Min dizanî ku bimirim

Lê pîrî tew nat bîra min..

 

16/02/2024-Serzorî

---------------------------------------

Bi nan pîvazê xewixîm?

 

 

Cîhan şer dike li ser min

Pîvaz û dew dane ber min

Ez ketme xewa du dilî

Çermî guran din ji ser min..

Postê mi l'sûka geran din

Derfet dîsa ji min standin

Donê mi'b rojê helan din

Kirîn firotan li dor min..

B'cejna evînê xapan dim

Ji hîmda ez hilweşan dim

Nêçîrvan ez dikelan dim

Kenê bergirî danger min..

Kel rabû newêrim bigrîm

Rondîk ji çavan raperîm

Kîna ji dilan hilfirîm

Narvînê xwe dan rex dijmin..

Narvîna min diqelişî

Rû bi rû bûm dapelişî

Pextê min dûr çû kemişî

Kêra teraşê dan ser min..

Damarên vînê hilkirin

Hestên ji xwînê pûçkirin

Vîna min ji xwere birin

Nerindî kirin para min..

Zana ji nav min revan din

Pêşveçûn jê pelçiqan din

Nezanî ser min pesandin

Hey wax û wax ka kurê min..

15/02/2024-Serzorî

----------------------------------------------------

Felek te zînî kir?

 

 

Tu tev şewqî ronahî ye

Li min dinya tim tarî ye

Nanê parçe yek parî ye

Hahî felek te zinî kir..

Di malê da wek mêhvanim

Xudî ked û bar giranim

Bi keseran ax lê canim

Bav kuştîme kur xwinî kir..

Çendsed sale ku dinalim

Weku hejar tim bê halim

Makzayî de her wek kalim

Ava gula min genî kir..

Gelo ev ah ji bo kêne

Malzaroka xwe dipêne

Cêwî derdim weka lêne

Xweza ji min xwe şênî kir..

Çima ji xwere qet nizanim

Ji xelkê re tim hozanim

Bêçarekî bar giranim

Dîsa j'bo min hilçenî kir..

Ez û felek bûn rêbazek

Bû balinde bûme qazek

Dilorînim bo we sazek

Mixabin rewş serbinî kir..

Wer geran dim çar alîyan

Bê îskembe ser xalîyan

Paçek bîsof ser çalîyan

Dawet û şîn şahanî kir..

Mala qure hilpesart jor

Ya tir tire daxiste dor

Xanedan bûn wek çala kor

Wek susreta saqanî kir.

Berjewendî daxiste hol

Pêşda di dan tev qirş û qol

Ê ku nakin ew ferek sol

Bûne qure qaqanî kir..

Tev firotin ziman û ol

Şêr bi tenha mane li çol

Xelat kirin rûvî bi pol

Ciwanî çû ahanî kir..

  

13/02/2024-Bêçarê kurd,serzorî

XELAT