NIRXANDINA MIRIYAN NE YA SAXAN

NIRXANDINA MIRIYAN NE YA SAXAN

Nivîskar: Ferho Ferho

Gelo çima dema mirov dimire nirxandin û pesindayîna wî tê kirin? Di demekê de ku kesayet bi xwe neamade be, gelo ma ne çêtir e ku ev pesindayîn di saxiya wî de were kirin? da ku bi nirxê xwe zanibe, da ku asoyên qenciyê li gel wî dirêjtir û berfirehtir bibe. Dema kesek dice li ba dilovaniya xudayê xwe, derdor bêtir wî dinirxînin û hezkirina xwe jê re diyar dikin, û di saxîtiya wî de wî  pişt guh dikin û pê nahisihin.

Gelo ma ev ne dirûtiyek e? Ji nû ve derbasî jiyana wî ya berê dibin û bîranînên wî didin hev  û ta derbasî hurguliyên wî yên herî biçûk dibin, liv û tevgera wî û danûstandina wî, û başiya wî û pê re pê re dest bi giriyên xwe dikin, li lênûs, wêne û bîranînên wî  yên curbicur digerin û weke nîşan û sembolan bi singa xwe ve dikin û bi malê xwe ve dadileqînin, gotinên herî biwate û çîrokên herî bi çeje û berheman li ser kom dikin, helbest û romanan li ser dinivîsin, her tiştên li ser ruyên wan şîn girîn diyar dike.

Gelo ma gelekî dijwar e vê girîngiyê di saxiya mirov de diyar bikin? Bila hezkirina xwe di hebûna wî  de diyar bikin, bila li ser  şaşîtiyên xwe yên dubarekirî xembar bin û lêborînê ji hev bixwazin. Ma ew  nizanin ku jiyan kurt û kin e ku di zikreşî û çavnebariyê de derbas dike?   Gelekî  ne dijwar e dema van kêfxweşî û şahiyan di saxiya mirov de  bidine xuyakirin.

Bila mirov  di saxiyê de hevalên hev ên baş û taze bin , Em hemû dizanin ku em  li ser ruyê vê jiyanê mihvan in, em derbasî vê jiyanê  dibin û di  demekê  de em lê jiyan dikin lê piştre pelika me jî divê were tewandin, em demekê di nav serkeftin û binkeftinên jiyanê de derbas dibin, em dikevin û em radibin û em nizanin kengî hinek dê ji me re bêjin ev kes çû û oxira xwe xêr  kir û ji nav me barkir. Ev jiyan  pirek e di navbera hebûn, jiyan, saxiyê û mirin û cûyînê de ye, em nizanin dirêjbûna vî pirî çiqas e, dibe ku hevalbendên me nêzîk bin lê mirov nizane, ew dê sibe hebin a na, hingî em dê  pir bi oxira wan biêşin, ji ber me êş, hest û moralên xwe ji wan re  û di dil û embara wan a hezkirin û dilovaniyê de vala nekir.

Em dê gelekî poşman bimînin, çima me ewqas dem derbas kir, bêyî li wan guhdar bikin û dilên wan hinekî vehsînin.

Erê ev e, ya rast ev e, eger tu di  jiyanê de  li ser min negirî û neêşihayî, di mirinê de  ticarî li ser min negirî û gulan li ser gora min nedeyne û hêsirên poşmaniyê li ser min nebarîne, Di baweriya me de ku sibe dê dem û çax hebe û têra me bike, û em dê karibin li dost û heval û hogirên xwe vegerin û bi wan re guftûgoyan çê bikin, lê paşwextkirina van kêlîkên xweş derweke herî mezin e ku em li derûniya xwe dikin, gerek e mirov nehêle kêlîk û bihnên xweş ji me werin dizîn.

Gerek e em hêviyên xwe di tûrikên siberojê de nehêlin, hêviyên xwe hilgirine li ser milên xwe û di her deverî de bi xwe re bibin, wî tûrikê şahî û kêfxweşiyê nehilînin û  di kulekan de veneşêrin, Bi hevalê xwe re bilîzin, bibezin, binivîsin, bixwin, vexwin û bi hev re bigirîn, nêzîkî hev bin beriya ku deriya oxirbûnê were li gel we û li deriyê we bide. Nirxên xwe û derdoré bigirin ji oxirbûn mihvanekî bê hedan e, li devî deriyê her yekî ye. Bila nirxandina we ya baş ji saxan re be ne ji miriyan re be.

XELAT