Ez û komên xandkaran yen civakî li Ermenistanê
Nivîskar: Nûrê Cewarî

Li Ermenistanê ez tevî karên sê komên xandkara yên civakî bûme.
Koma jina ya civakî li ba rojnema Rya Teze (1961-1964)
Meremê vê komê belavkirina qanûnên sovetyê bûn yên miqabilî nexandîtye û zordestya dê û bava ku keҫen xwe zu didane mêr, nedihiştin bixûnin. Di wê komêda em 5 keҫ bûn ku li bajarê Yêrêvanê dezgehên xandinêye başqeda hîn dibûn: ez bûm, Porsora Sebrî, Aslîka Qadir, Svêtîka Bayloz û Cemîla Celîl. Serkare kome Svetîka Bayloz bû.
Ez û keҫkên hevalên xwe diҫûne gund û sovxozên ermenya yên nêzîkî bajarê Yêrêvanê li ku malên kurda hebûn. Sê cara em rastî keҫa, dê û bava hatine bi hêwîkî ku heve guhastin têkeve di jîana keҫada. Peyra gotar li rojnema Rya Tezeda dihatine ҫapkirinê. Gotarên ҫapbûyî li ser karên koma me evin:
- Nûrê Cewari, Dengbêjêd meye cimaetyê, Rya Teze, 19. 2 1961. Li ser keҫên stranbêj û jîana wan.
- N. Cewarî, Her tişt rinde, lê… , Rya Teze, 23.9. 1963. Li ser xandina keҫa.
- N.Cewarî, Porsora Sebrî, Rêwîtya hewaskar, Rya Teze, 13.12. 1964. Li ser karkerên fêrma sovxozê-ҫêlekdoşan û halê wane baş.
- N.Cewari, Kulfeta kurd jî tevî xebata presê (rojnemevanyê) dive, Rya Teze, 7.05. 1964. Li ser karen koma me.
Komela xandkarên kurd ya bajarê Yêrêvanê (1964-1972)
Ev komele bi alîkarya Komîtêya Komsomola ya bajarê Yêrêvanê hate demezrandin. Meremê komê nasandina xandkaran tevî pirsên kurdeyetyê bû. Ҫiqa tê bîra min hîmdarên komê Zurbe Îboyan û Tosinê Reşît bûn, û katibê komê Svetîka Baylozbû. Endemên komê weke 15-20 xandkar bûn, hey zêdedibûn, hey kêm dibûn. Civîn li ser pirsên basqe-basqe yên dorberê dirok u canda kurdî bûn. Xandkar bi xwe lekolîn dikirin û civînada nivîsarên xwe rabarî guhdarvanan dikirin. Carna rasthatin tevî zanyarên kurd ҫêdibûn. Zmanê komê kûrmancî bû. Kî nikaribû bi kurdî civînêda pêjda bê, alî dikirin. Gele kes dihatin civinen me. Divejin ku ev komele li dewleta Sovyêtêda yekemîn komela miletyê bû.
Sê cara bi serecemên başqe min civînada gotarên xwe xandine.
- ‘Dostya kurda û ermenya di folkilorêda, 25. 3. 1964. Di wê civînêda nivîskarê ermenya yê nav û deng Hraҫya Koҫar (kurdî zanibû), usa jî dîroknas Nadoyê Xudo Maxmûdov beşdar bûn.
- ‘Mûzîka kurdî’, 26. 4.1965.
- ‘Klasîkê mûzîka ermenya Komîtas ҫawa berevkar u lêkolînêrê mûzîka kurdî’, 19. 11. 1969.
Koma stran û reqasên kurdî li ba Înstîtûta Perwerdayî (1987 – 1989)
Despêka 1987 li paytexta Ermenistanê Yêrêvanêda bi arîkarya nivîskarê rehmetî Ҫerkezê Reş koma xandkarên kurd ya stran û reqasên kurdî li ba Înstîtûta Perwerdayî hate sazkirinê . Kom hate navkirinê ‘Zozan’.
Serwêrtî para stranan min dikir, reqasan Tosinê Reşît. Sazbendên me Qanatê Kakê, Xelîlê Evdile û kurê wî bûn. Endemên komê Cemalê Jora, Dîlber Aloî, Fêrîk Sadêî, Keleşê Pîr, Ûsiv Koҫoî, Zozana Tosin, Romik, Slo û ҫenden din bûn.
Programên meda stranên kevnar, weke stranên êposa Dim-Dim, zincîrbenda stranên dewatan, reqasên kevnar weke Sêpê, Zûlo, Koҫerî û yên mayîn hebûn.
Heftê carekî em li sera înstîtûtê berevdibûn û bin stran û awazên zûrnê û meya, bi reqasên lez û eşq em qey bêjî diketine di nava jîana gelerîye zêndî. Di wê xerîbyêda me xwe bîr dikir, beşerê gişka xaş dibû.
Hema sala pêşin koma me tevî konsêrtên komên civaknasyê ‘Bihara xandkaran’ bû û xelatên derecên bilind girtin. Peyra koma me hey li Yêrêvanê, bi têlêvîzyona Ermenistanêye dewletê, hey paytexta Gurcistanê Tbîlîsîyê bi konsêrtava pêşda dihat, usa jî evaryên pêşkêşî ҫanda kurdî dixemiland.
Li Ermenistanê kutasya sala 1988 erdheja mezin ҫêbû, zyana mezin gihîşte komerê û em îdî berevnebûn, dengê strana, def û zurnê îdî ne laîqbû.
Herwiha, komên xandkaran li Ermenistanê bibûn weke dibistanên ҫanda geleryê û bê guman hestên kurdeyatyê di nava xandkarada hê geş dikirin.


XELAT
