Ma Kurd Arî ne?

Ma Kurd Arî ne?
Ma Kurd Arî ne?
Gelo Kurdî zimanekî Îranî ye?
Nivîskar: Hozan Bengi
Ez heman pirsîyara Nivîskar, dîroknas û lêkolîner Soran Hemereş dikim sernivîsa vê nivîsê.
Ez vê carê dixwezim, ji we ra hindek pirsên ji rêzê der binivîsim.
Dibe ku hindek ji me, yekser bêjin na na! eva jî zêde bû!
Lê çi bikim?
Dema zanist û zanîn hindek zanyarîyên ji rêzê der anîn danîn ber me, emê çi bikin?
De em herin ser mesela xwe!
Heta van demên dawîyê jî, zanîna me, me dibir ba hindek zanyarîyan ve, ku ji me ra bibû wek 2+2 =4.
Me kitêban nivîsîbû, yan xwendibû. Me stranan û srûdan strabû û qêrîbû û li ser hindek zanyarîyan reh û rîşî danî bû.
Em gelê Arî bûn û qet guman tê da tunebû!
Lê!
Di van du sê salên dawîyê da, zana û lêkoler û zimannas û dîroknasên dinê, hemû zanyarîyên me yên li ser dîrok û zimanê me ser û binî kirine û dikin jî.
Heta niha dihat gotin, ku binerehê Kurdan ji Arî`yan e û Kurd, paşmayîyên Arîyan in.
Lê!
Li şikeftekî li çîyayên Zagrosan, lêkolerên cîhanî zanyarîyên gelek giranbiha û serzivirêner bi dest xistin.
Di nav şikeftê da, hestî û paşmayîyên mirovên 12.000 sal pêş niha peyda kirin û li gor teknolojî û zanînên modern, DNA û zanyarîyên din raxistine ser maseya xwe û me.
Paşî jî şerbik û derzî û şiringeyên xwe girtin û ketine dora wan mirovên, ku li dora van çîya û şikeftan rûdinin.
Destketîyên wan mejîzivîner bûn.
DNA yên mirovên Zagrosan jî wek DNA yên paşmayîyên 12.000 sal berî niha bûn. Ji wan ra nav danîn û gotin mirovên Zagrosan. Di wan deman da ne Arî hebûn, ne jî pêjna wan.
Bû çi?
Divê em êdî stranan çêkin û bêjin gelê Zagrosî, em Zagrosî ne û htd.
Divê em devê rêyên lêkolînên xwe vegerînin alîyê Zagrosan û paşmayîyên wan, li Rojhilata Navîn.
Dema nijada me wiha ser û bin bû, inca em berê xwe bidene zimanê xwe.
Herdem ji me ra hatîye gotin, ku Zimanê me di nav grupa Îranî ye, di nav malbata mezin a zimanên Hîndî Ewrûpî da.
Li vê derê du tişt derdikevin pêş;
1- Peyva Îranî ne gelek kevne. Di dawîya salên 1700 an û sedsala 19 ya yan da navê Îranê derdikeve pêş. Berê wan deman li îranê dewletên Selçûqîyan hebû û paşî jî Qacarî. Herdu jî bi reçelekên xwe ve Tirkên ji Asya navîn bûn. Di dawîya 1800 û destpêka 1900 an, bi alîkarîya Ewrûpîyan, bi taybetî jî Îngilîzan Qacarî hatin sernixûm kirin û di cihê wan da wek peyakê kişikê (şetranc) Şahek hat çêkirin û wek, ku çawan dewletên Îraq û Sûrîyê, Siudîyê û gelekên din hatin çêkirin, berê wan dewleta ”Îranê” hat ava kirin.i yanê?
Yanê grupek zimanan bi navê Îranî tunebûye, lê bi rêyên sîyasî hatîye çêkirin.
Dibê we jî bîhîstibe, ku di van salên dawîyê da, teorîya ku malbata zimanên Hîndî Ewrûpî ji Hindistanê bilavê dinê bûye hate pûç kirin.
Zanyarîyên zanistîyên dawîyê hemû nîşan didin, ku zimanên ”Hindî Ewrûpî”, ji çîyayên Zagrosan peyayê deştê bûye û ji wê ve bilavê dinê bûye.
We got çi.
Distûnên bingehîyên me, herdu jî li nav şikeft û Çîyayên Zagrosan da asê ma û êdî kes nikare wê derxîne.
Ji xwe min bi xwe jî ji navê ”Mirovê Zagrosan” ji hemû navên din bêhtir hezkirîye.
De fermon…
XELAT