Roja Trajediya Feyliyan
Roja Trajediya Feyliyan
2ê Nîsana 1980
Nivîs: Stran Ebdulah
Şeva tarî ya nexweşî, derbederî, kurdkujî, kurdbederkirin û bêmafkirin û bênasnamekirina Kurdan.
Kurd tê kuştin ji ber ku li ser axa xwe ye (Kurdistan). Kurd tê kuştin ji ber ku li paytextan xwedî rol, seng, heybet, huner û jîrî ye, xwedî şiyana kar û kesabeta helele. Mîna Kurdên feylî yên wêrek û çavnebirs ku li her du aliyên Piştko û Pêşko û sînorên fermî yên du dewletan xwedî dîrok in û li Bexdayê ji bo şaristanî û avadaniyê jiyane. Kurd gef lê tê xwarin, ji ber ku li Şam û Helebê bîranîna wêrekiya Selahedîn û hemû Eyûbiyan e.
Kurd tê kuştin ji ber ku siwarçakên wêrek ên Şerqê ne û li her telarekî bilind a jiyan û şaristaniyê, behsa xêr û helwesta wan a şêrane heye.
Bila bîranîna Kurdên Feylî tenê ne bîranîna trajediyê be, bila bîranîna serweriyan û boneya xebatê ji bo mafên wan ên ku ji mêj ve hatine zeftkirin.
Xelat/ PUKMEDIA
