Necmedîn tu Kurdî...?

Necmedîn tu Kurdî...?

Necmedîn tu Kurdî...?

Çîroka nivîskarê Kurd Necmedîn Salaz û gera li dûv nasnameyê

Nivîsîn: Xalid Silêman

Temenê wî 17 salî bû, li bajarê Wanê otomobîl dişûştin û xerciya xwe ya rojane derdixist, nedizanî ku Kurde û tişta ku li ser Kurdîtiya xwe bizane ew jî ewe ku wekû xewnekê dihat bîra wî ku bapîrê wî bi Turkî nedizanî biaxive.

Necmedîn Salaz ku wek beşek ji wê demê bûye ku xortên bakûrê Kurdistanê ber bi çepîtî û tevgera çep de bûne, rojane piştî hatina ji dibîstanê diçû geracên taksiyên bajêr û otomobîl dişûştin.

Dîtina Nasnameyê

Rojekê kesek bi navê (Xelîl) jêre dibêje: Necmedîn tu Kurdî? Û ev bajarê ku têde dijî yek ji bajarên Kurdistanê ye. Ev gotine ji bilî ku wî tuşî şokê dike û matmayî dihêle, wî bêjar jî dike û li ber çavên xwe xwe biçûk dibîne, çûnkî li cem wî kurdbûn yanî pîs û çiyayî û Turkê nezan û neşaristanî ye. Ev wêneyên hanê di zarokatiya wî de di bîra wî de tên çandin û dibine beşek ji kesayetî û bîrkirina wî.

Sala 1975`an Xelîl ku turkekî bajarê Wanê ye û dibe beşek ji çepgirên wî bajarî, Necmedîn pirseke kevn a ku wî qet ji xwe nepirsî eşkere dike: Çima bapîrê wî bi tirkî nidizanibû?.

Xelîl ku xudanê taksiyê bû, birayekî wî jî di polîsê bajêr de kar dikir û ew jî li nav çepgirên bajêr de bû, beriya ku ew gêncê Kurd bixe pêşiya eynikeke şikestî ya zaroktiyê çendîn pirtûkan dide Necmedîn û daxwazê jê dike ku wan bixwîne. Di qonaxa yekem de çîrokeke Ezîz Nesîn û romanên Yaşar Kemal dide wî, ew jî wek erkekî çepgirî û xebatkarên çînayetî wan pirtûkan dixwîne û xwe ji her pirsyarekê re amade dike di derbarê wan pirtûkan.

Parçebûn

Dema Xelîl nihêniya kurdbûna wî ji devê xwe derdixe, jiyana Necmedîn diguhere û dikeve di navbera du nasnameyên cuda de, ya yekem nasnameya (Efendî) yekî keşxe û bedew û şaristanî, ewê duyem jî nasnameya gundîtî ya pîs û paşkeftiye.

Necmedîn di nav xort û keçên ciwan ên Wanê de ku hêjmara akinciyên wê nêzîkî 35 hezar kes bû, normal didît ku cilên kevn û çiryayî li xwe bike. Bi gotina wî, nêzîkbûna wî ya bi çepgiran re, berevaniyeke navxweyî li hember zewqê û xweşiyên jiyanê de li cem wî çêkiribû, lê eger ew paşxaneya siyasî li pişt wî nebûya zehmet bû tenê bi kurdbûnê bikariya berevanî li rewşa heyî bikira.

Di wê qonaxê de li gel wê yekê ku tiştekî weha zêde li ser sosyalîzmê û fikra marksîzmê nedizanî, lê belê berya ku biçe zanîngehê  bû bi xwediyê nasnameyekî sosyalîst her weha Kurdane.

Ji ber rewşa aborî, Necmedîn dibe şofêrê taksiyê û jiyana zanîngehê bi paş dixe, vê yekê jî derfetek baş jêre drust dibe daku di karê siyasî de berdewam bike û dibe endamê rêxistina democrat û çandê li bajarê Wanê. Bi vî awayî sala 1976`an dibe Kurdekê sosyalîst. Gotinên rêberê Kurdbûna wî jî ku (Xelîl)e ne tenê dibine rastiyek belkû wî han didin hizra bi destxistina wan salan bike ku dê û bavê wî kurdbûna wî têde veşartibûn.

Necmedîn dibêje: Bo min aşkere bû ku bav û diya min ji tirsa ku wek çiyayî û paşketî min nedin nasandinê û bi çavên sivik li min temaşe neyê kirin, kurdbûna me û xwe veşartibûn, ew jî li nav kultura tirkî de heliyabûn.

Mirin ji bo Kolonyalîzmê

Şevekê ligel hindik ji hevalên kurd û tirkên çepgir, me li ser dîwarên bajarê Wanê druşma (Bijî Azadî , mirin ji bo kolonyalîzimê) dinivîsin, lê belê piştî ku me karê xwe temam kir û em vegeriyan ku hîna destên me bi boyax bûn, polîs hatin û em girtin û cara yekem bû ku ez bikevim zîndanê. (Necmedîn weha dibêje..)

Di vir de Necmedîn behsa wê yekê dike ku çawa polîsan nedizanî ku (Kolonyalîzim) çiye û jê fêm nedikirin, tişta herî sosret jî ew bû, hakim li dadgehê bi awayekî nerm tevdigeriya û Necmedîn bi çepgir bi nav dike, çûnkî hakim ji wan re gotibû ku, "dev ji van druşman berdin û herin li ser nan û jiyana xelkê biaxivin".

Piştî wê çalakiya siyasî cara yekem bû Necmedîn dikeve zîndanê, li vir amajeyên acizbûna bavê Necim derdikeve pêş û di qonaxekê de dighêje wê astê ku ji mal wî biqewitîne.

Sala 1977`an li gel netewperestên Tirk şer dikin û berovajî cara pêşîn hakimê dadgehê yê vê carê netewperestekî Tirk dibe û wî 3`ê mehan dixe zîndanê, bi gotina Necmedîn.

Piştî derketina wî ji zîndanê zelamekî Kurd bi navê (Hemîd) teksiyekê bi deyn dide Necmedîn daku li ser kar bike û ew jî diçe sendîkeya şofêrên teksiyan daku ruxseta karkirinê derxîne, êdî kurdayetî û karê ser teksiyê û xebata çînayetî tevlî hev dibin û wek bi xwe dibêje: Êdî ew dixebite.

Careke din zîndan

Sala 1980 derbeya leşkerî li Tirkiyê çêdibe, wê demê Necmedîn kolêja perwerdê li zanîngeha Wanê temam dike û dibe mamosta, lê belê her li karkirinê mehrûm dibe, belkû çarekî din tê zîndanî kirin û wî dibin (zîndana leşkerî ya 5 li Diyarbekirê) ku navê wê bi (Guwantanamoya Diyarbekir) binav dike.

Necmedîn dibêje: Piraniya zîndaniyan Kurd bûn û kêm tirk têde bûn, piştî derbazbûna sal û nîvekê ez serbest hatim berdan daku xizmeta leşkerî bikim û di 4 mehan de min xizmeta xwe temam kir , lê belê piştî wê careke din ez vegerandim zîndanê û 3ê sal û nîvên din, min temam kir çûnkî demê zîndaniya min 5 sal bûn.

Ji şerê (Tirk û Kurdan) bo Emnesureke

Necmedîn di sala 1987’an de, li derveyê Guantanamoya Diyarbekir (Amedê), li ser şerê demdirêj ê dewleta Tirk a li dijî Kurdan difikirî ku binivîsîne. Gotara xwe ya yekem a siyasî di kovara teorîk a sosyalîst a bi navê (Toplumsal Kurtuluş- Rizgariya Civakî) de weşand û di wê kovarê de jî berdewam kir. Ev jî dibe destpêkek a nivîsandina pirtûkek li ser şerê dewleta tirk a neteweperest a li dijî kurdan bi navê (Şerê Tirk-Kurd).

Ew beşek ji pirtûkê vediqetîne ji bo komkujiyeke ku beriya wî kesî behsa wê nekiriye ew jî Komkujiya Zîlan a 75 kîlometre ji bajarê Wanê dûr, ku di sala 1929 de, ku zêdeyî 15 hezar Kurd bi bê dengî hatin qetilkirin.

Necmedîn Salaz sala 2005`an tê Silêmaniyê û dest bi nivîsîna pirtûkekê dike li ser Helebçe bi zimanê Tirkî û wê pirtûkê dike projeya fîlemeke belgesel û bi heman zimanî tê encamdan.

Piştî sala 2014`an bû pêşkêşkar û amadekarê bernameya "Pira Welat" û li kenala asmanî ya Kurdsatnewsê dest bi kar kir û heta dawiya temenê xwe wekî karmendekî bi wefa û dilsoz ma.

Necmedîn xewn bi wê yekê didît ku zîndana 5 ya Diyarbekirê (Amedê) weke zîndana Emne sureke ya bajarê Silêmaniyê bibe bi mûzexaneyek û beşek ji dîroka bajêr, lê belê dewleta Tirk niyeta wê ewe ku wê zîndanê hilweşîne û jinav bibe, çûnkî bi dîtina Necmedîn kirina Guwantanamoya Diyarbekir bi mûzexane wate tomarkirina salên dûr û dirêj ya kîna dewleta Tirk a li dijî Kurdan e.

 Têbînî:

Ev babet ku beşeke ji çîroka jiyana Necmedîn Salaz tîne ziman, roja 8/6/2012 di rojnameya Kurdistana Nû hatibû belav kirinê. Necmedîn Salaz jî di 15/10/2023 ji ber nexweşiyê li bajarê Silêmaniyê malavayî li me kir. Rewan şad û asûde be mamosta û xebatkarê gelê Kurd.

 

Ji zaravayê Soranî bo Kurmancî: Dawûd Çîçek

XELAT