Roja Zimanê Dayikê û Roja Zimanê Kurdî

Roja Zimanê Dayikê û Roja Zimanê Kurdî

Nivîskar: Konê Reş

  Îsal/2024 jî, piştî 25 salan ji banga Saziya UNESCO, ewa ku di roja 17/11/1999ê de hatiye belavkirin da ku, 21ê Sibatê bibe: “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê”. Em jî vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar dikin ku roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê ye. Ev roja ku berî 91 Salî ve, kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin ku yekemîn care di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin û ji wê salê ve rewşenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe anîne û tînin ziman û li pey vê banga Mîr Celadet Bedirxan ku di nav rûpelên Hawarê de gotiye dilivin:

(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin -fînfoneke-  derewîn bi lêv bikin. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûreşiyek girane. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).

(Kovara Hawar, hejmara (27) Şam,1941)

  Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her neteweyek bi ala xwe ya rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, ango zimanê Kurdî nasnameya neteweyê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.

  Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şer bi zimanê me re kirine û dikin. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêşve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.

  Dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan şer bi zimanê me re kirine. Zimanê me wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser me kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin.

  Zimanê dayika me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye. Kok û rehên zimanê me li hezar salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref li dinyayê belav bûye.

  Wek ku min di pêş de gotiye; ez ê di hejmarên hatî de konê xwe di ser jinnameya nivîskarên Hawarê de vegirim û ez ê ji Mîr Celadet Bedirxan destpê bikim û ez bi xêr û hûn bi selametî.

Konê Reş/ Qamişlo 20.2.2024

 XELAT