Li Kerkûkê mezintirîn kargeha otombîlan tê avakirin
Îro duşem 27/10/2025 li bajarê Kerkûkê ya Kurdistanî kevirê bingehîn ya mezintirîn kargeha çêkirina otombîlan ji aliyê parêzgarê kurd ve hate danîn.
Kompaniyaya berhemanîna otombîlan (URUK) bi merasîmekê ku bi serpereştiya parêzgarê Kurd yê Kerkûkê (Rêbwar Taha) ve hat lidarxistin kevirê bingehîn a kargehê hate danîn.
Projeya kargeha berhemanîna otomîblên (URUK) yek ji mezintirîn projeya pîşesaziyên Êraqê ye, her weha armanca projeyê bihêzkirina aborî û afirandina bi hezaran derfetên kare ji bo xelkê Kerkûkê û ew kargeh dibe navendeke stratejî.
Bi gotina parêzgarê Kerkûkê ew kargeh wê salane nêzîkî 7 hezar otombîlan berhem bîne û wê li bazarên navxweya Êraq û Herêma Kurdistanê û cîhanê were firotin.

Parêzgarê Kerkûkê (Rêbwar Taha)



Xelat
