9emîn Festîvala Belgefîlman a `FîlmAmedê` destpê kir
Roja 26ê Îlonê 2025 li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê, 9emîn festîvala belgefîlman a FîlmAmedê destpê kir û dê heta roja 30 Îlonê bidome.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî vekirina 9emîn Festîvala Fîlman a Belgefîlman a FîlmAmedê bû.
Festîvala ku bi hevkariya Şaredariya Kayapinar û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD) hate lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê bi merasîmekê dest pê kir.
ji çar parçeyên Kurdistan û cîhanê derhêner û gelek kesayetên siyasî û rêvebirên herêmî tevlî vekirina 9emîn Festîvala Belgefîlman a Amedê bûn, her weha di festîvalê de 12 belgefîlmên bi Kurdî tên nîşandan


XELAT
