"Çalakîya Malçêkirî" ji bo jinan hat lîstin

"Çalakîya Malçêkirî" ji bo jinan hat lîstin

Lîstika bi navê "Çalakîya Malçêkirî" ku ji aliyê şanogerên jin ên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi kurdî hat wergerandin, ji bo jinan hat lîstin.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê tên lidarxistin, dewam dikin.

Di çarçoveya çalakiyan de ji bo jinan pêşandana taybet a şanoya "Çalakiya Malçêkirî" hat lidarxistin û nêzîkî 120 jinan şano temaşe kir.

Di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku ji aliyê şaredariyên bajar û navçeyan ve bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hat destpêkirin, li sûkên taxan û otobusan broşur hatin belavkirin. 

 XELAT/ Jêder: Şaredariya Amedê 

Li Amedê Lîstika bi navê "Çalakîya Malçêkirî"