"Pêşmergeya Kamîra li Mil" Pêşangehek taybet ji bo Hêroxan
Bi navûnîşana "Pêşmergeya Kamîra li Mil" pêşangehek taybet ji bo xebat û têkoşîna Xanim (Hêro Îbrahîm Ehmed) li Muzexaneya Emnesoreke ya li bajarê Silêmaniyê hate vekirin.
Pêşangeh bi amadebûna xanima yekem a Êraqê xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed, cîgirê serokwezîrê hikûmeta Herêmê Qubad Talebanî û wezîrê rewşenbîrî ya Herêmê û hêjmarek ji siyasetmedar û ronakbîr û kesayetên diyar û rojnamevan hat vekirin.
Pêşangeh ji aliyê xanima şêwekar (wênesaz) Gulale Hemîd ve hatiye amadekirin wek rêzgirtinek ji tekoşîn û xebata tekoşera mezin xanim Hêro Îbrahîm Ehmed re.









XELAT
