Nexweşxaneya Şar a Bajarê Silêmaniyê Xelata Zêrîn Wergirt

Nexweşxaneya Şar a Bajarê Silêmaniyê Xelata Zêrîn Wergirt

Xelateke navnetewî a zêrîn bi nexweşxaneya Şar hate bexşîn wek baştirîn navend ji bo çareseriya celteya mêjî.

Di kongireya celteya mêjî ku li bajarê Bexdadê paytexta Êraqê roja 8/11/2024 hate lidarxistin, xelata zêrîn a navnetewî bi nexweşxaneya Şar hate bexşîn wek yekemîn navend bo çareseriya celteya mêjî li ser astê Êraqê.

Fermangeha tenduristî ya Silêmaniyê jî ragihandiye ku, ew xelat bi serokê beşa hinavî ya mêjî û damarê li nexweşxaneya Şar ya hînkarî a bajarê Silêmaniyê Dr. Zana Ebdulrehman hatiye dayîn.

XELAT