Qubad Talebanî: Me soza xwe bi cih anî
Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî ragihand: “Ez kêfxweş im ku me bi awayekî serketî çaksazîya proseya tomarkirina kompanyayan li Herêma Kurdistanê bi dawî anî.
Got jî "Sîstema nû onlayn û guhertinên di yasa, rênîşandan û pêvajoyan de dê derfetekê ji bazirgan û kardêran re peyda bike ku tenê di nav rojekê de xwe tomar bikin bi lêçûnek kêm û yek serdan."
Qubad Talebanî got: Ev pirose bi hevkarî kirina Ofîsa Serokwezîr û aliyên peywendîdar hat cîbicîkirin û pêngaveke mezine bo pêşxistina sektora taybet, ku yek ji karên me yên pêşîn e di hikûmetê de û dê bibe alîkar ku zêdetir derfetên kar peyda bibin.
Got jî: “Me soza hêsankirina avakirina kompanyayan dabû û me îro ev yek pêk anî.