Serokomarê Êraqê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Sûriyê kir
Îro yekşemî 04.06.2023 Serokomarê Êraqê Dr.Ebdulletîf Cemal Reşîd li Bexdayê pêşwaziya wezîrê derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad kir.
Di destpêka hevdîtinê de Wezîr Feysel El-Miqdad silav û pêzanînên serokê Sûriyê Beşar Esed gihand Serokê Komara Êraqê û daxwaziyên wî yê pêşketin û geşedanê ji bo gelê Êraqê gihand, di heman demê de bi cenabê Balyoz silav û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Esed kir û hêviya bextewerî û aramiyê ji gelê Sûriyê re ragihand.
Serok balkişand li ser kûrahiya peywendiyên heyî yên di navbera Êraq û Sûriyê de û pêwîstiya bihêzkirin û belgekirina wan di warên curbicur de bi awayekî ku xizmeta berjewendiya her du gelên bira û şêwir û hemahengiyê li ser mijarên hevbeş bike. balkişandina ser meydanên navçeyî û navdewletî û giringiya rola Êraqê di çareserkirina pirsgirêkên navçeyê de û amaje bi pêwîstiya hevkariyê bo şopandina bermahiyên terorê û kontrolkirina sînoran û kontrolkirina madeyên hişber ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê kir.
Serok Komarê amaje bi wê yekê jî kir ku Êraq tekezî li ser vegerandina kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de dike û giringiya wê li ser asta navçê bi giştî dizane û hemû hewlên xwe ji bo beşdarbûna xwe di Lûtkeya Erebî ya vê dawiyê de dixebitîne.
Serokomar bal kişand ser helwêsta Êraqê li hemû bajar û parêzgehên wê di warê piştevanîkirina ji gelê Sûriyê yê bira di karesata erdhejê de, ku nîşana biratiya di navbera her du gelan de ye.
Ji aliyê xwe ve Feysel El-Miqdad helwêstên bi rûmet ên Êraqê li hember Sûriyê û rola wê ya dîplomatîk ya berçav ji bo vegerandina kursiyê xwe ji bo Komkara Erebî bilind nirxand û ev yek jî nîşana xwesteka Sûriyê ji bo bihêzkirina peywendiyên biratî di navbera her du welat û gelan de û kiryara hevbeş a rûbirûbûna terorê û bihêzkirina danûstandinên aborî û bazirganî, pesna rola serokê nemir Mam Celal Talebanî û bihêzkirina peywendiyên di navbera gelên Êraq û Sûriyê de kir.
Wezîrê karên derve kêfxweşiya xwe ji pêşhatên girîng li Êraq li ser asta siyasî, geşepêdan û ewlehiyê nîşan da ku li ser asta navçeyî û navneteweyî bi awayekî erênî derketiye holê û rola erênî û zelal a Êraqê li alîkariya Sûriyê bi taybetî di dema erdhejê de bilind nirxand.