8 Adarê li tevahiya jinan pîroz be
Li Kurdistanê, ji bo bidestxistina mafên xwe gelek fedakariya jinan heta roja îro berdewam in û herdem di nava hewldan û xebatê de ye. Jinên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li Qefqasiyayê rolek karîger hebûye di pêşxistina çand û kultur û ferhenga kurdewarî de û li kêleka mêran bi rola xwe ya pêşketina civaka kurdî û hebûna wê jî rabûye.
Bi boneya 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê bi navê kovara Xelat em pîrobahiyê li tevahiya jinên Kurdistanê dikin.
8 Adarê çawa bû roja jinan?
Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de ji ber pêşketina pîşesazî, jinên kedkar bi piranî di qada pîşesazî û kargehên cil û berg û kargehên rêstin û çinînê de dixebitin.
Di sala 1857’an de jinên karker ên li kargeheke cilan a li New Yorkê di 8’ê Adarê de li dijî şert û mercên xebatê xwepêşandan kirin û ji aliyê polîsan ve hatin tepisandin.
Di Tebaxa 1907’an de di civîna Koma Jinên Sosyalîst a Enternasyonal a Duyemîn de, çalakvana jin a sosyalîst a Alman (Klara Zenktin) pêşniyar kir ku rojek ji bo piştevaniya bi têkoşîn û mafên jinan re were veqetandin û li seranserê cîhanê xwepêşandan bên lidarxistin.
Di sala 1908`an de, jinên sosyalîst ên Amerîkî di roja 8ê Adarê de xwepêşandanek girseyî ya berfireh li darxistin, dûvre çalakvana Rûsî a jin (Aleksander Kolontay) ji Lenîn xwest ku 8ê Adarê li Yekîtiya Sovyetê bibe betlaneya fermî, lê di pratîkê de di sala 1965`an bû betlaneya fermi, lê wek Roja Jinan a Cîhanê li piraniya welatên Ewropa û Amerîkayê xwepêşandan û çalakiyên siyasî hatin encamdan.
XELAT
