Xebatkarê doza gelê kurd Salih Muslim koça dawî kir

Xebatkarê doza gelê kurd Salih Muslim koça dawî kir

Xebatkarê doza gelê kurd û yek ji kesayetên siyasî yên herî navdar ên Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim (Bavê Welat), şeva 11/3/2026 li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana koça dawî kir.

Salih Muslim di temenê 75 saliyê de li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da, her weha cenazeyê wî derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin û wê li Kobanê were veşartin.

Salih Muslim ji gundê Şîran yê Kobanê ye, 1951’ê de ji dayik bûye, ji malbateke welatparêz e, Muslim endazyarekî kîmyewî ye, di 1977’an de ji zanîngeha Îstenbolê ya teknîkî derçû û wek endazyarekî kîmyewî di salên 1980’î de li Erebistana Siûdî kar kiriye. Ji salên 1970’î ve tev li tevgera siyasî dibe. Muslim di rêwîtiya xwe de ji bo xizmeta gelê kurd gelek caran hate zîndanî kirin û îşkence kirin lê ew heya henasa xwe ya dawî têkoşiya.

Em wek stafa Xelatê serxweşiyê li malbat û kesûkarên wî û tevahiya gelê Kurd û kurdistanê dikin.

Xelat