Serok Bafil û Wezîrê Navxwe: Hevkarî û hemahengî dê berfirehtir bibe

Serok Bafil û Wezîrê Navxwe: Hevkarî û hemahengî dê berfirehtir bibe

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya Wezîrê Navxwe yê Êraqê Ebdul Emîr Şimerî kir.
Di civînê de biryarderê Desteya Kargêrî Refat Ebdullah, kargerê Mekteba Siyasî Şalaw Elî Eskerî, Berpirsê Ajanisî parastin û zaniyarî/zaniyarî  Celal Şêx Nacî, Berpirsê Malbendê Hêzên Pêşmerge Wasta Resûl, Berpirsê Asayîşa Herêma Kurdistanê Hîwa Ehmed û Rêveberê Polîsê  Silêmaniyê Aso Şêx Taha amede bûn . Di hevdîtinê de rewşa ewlekarî ya welat û yekxistina hewlên ji bo parastina aramiyê hate gotûbêjkirin û tekez li ser berfirehkirina hevkarî û hemahengiya di navbera dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê û Êraqê hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina hemû alîkariyan bo hêzên navxweyî yên Êraqê nîşan da û got:’’Parastina jiyana hevwelatiyan û aramiya navçeyê erkê me hemûyan e û berdewamiya hemahengiyê fakterê bihêzkirin û pêngavên zêdetir bo rûbirûbûna qanûnên binpêker û hemû kesên ku aramiya welat dixe metirsiyê ye.’’