Dr. Berhem Salih posteke bilind a cîhanî werdigire

Dr. Berhem Salih posteke bilind a cîhanî werdigire

Dr. Berhem Salih posta Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî werdigire.

Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî; Serokkomarê berê yê Êraqê Berhem Salih ji bo postê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) saziyeke payebilind a Neteweyên Yekbûyî ye ku berpirsiyarê çavdêriya hewldanên navneteweyî ye ji bo parastina mafên bi mîlyonan penaber û kesên bêwar li çaraliyê cîhanê.

Xelat/ PUKMEDIA